Ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li derveyê herêmê sandoq nayên danîn

Ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li derveyê herêmê sandoq nayên danîn

.

A+A-

Serokê Koma Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Dr. Îmad Cemîl ragihand ku di hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de, wê li derveyê Herêma Kurdistanê navendên dengdanê neyên danîn.

Cemîl da zanî ku wê tenê ji bo dengdana taybet li derveyê Herêma Kurdistanê sandoq bêne danîn.

Dr. Îmad Cemîl di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo gera şeşem a hilbijartinên Parlamena Kurdistanê, li derveyî Herêma Kurdistanê navendên dengdanê nayên danîn û tenê li Kerkûk, Nînowa, Diyala, Bexda û Wasit ji bo dengdana taybet navendên dengdanê tên danîn.

Cemîl amaje bi wê yekê jî kir ku ew ê ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê sandoqên dengdanê li derveyî Iraqê daneyînin.

Li gor biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê, wê di 20ê Cotmehê de şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Galayî di daxuyaniya xwe ya ji bo Kudistan24ê de diyar kir ku ew amade ne di roja diyarkirî de hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi rê ve bibin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekem partî bû ku bersiva Serokatiya Herêma Kurdistanê da û ragihand, ku ew amadene beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bibin.

Weke tê zanîn PDKê, piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku 11 kursiyên kotayê yên pêkhateyên Herêma Kurdistanê betal kiribû, ragihandibû ku di van şert û mercan de ew ê hilbijartinan boykot bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin