Ji bo Jîna Mehsa Emînî li Swêdê xwepêşandan
.
A+A-
Ji ber mirina Jîna Mehsa Emînî li çendîn bajarên Swêdê xwepêşandan hebûn. Yek ji van xwepêşandanan do êvarê li Stockholmê hate lidarxistin.
Duh êvarê li navenda Stockholmê, li meydana Sergelstorg bi beşdariya bi sedan kes xwepêşandanek li dijî rejima Îranê hate lidarxistin.
Sebeba xwepêşandanê şermezarkirina mirina keça 22 salî Jîna Mehsa Emînî bû.
Xwepêşanderer Solmaz Dorudi: ”em herwiha li ser torên civakî jî çalakiyên şewitandina laçikê lidardixin”.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin