Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin
.
A+A-
Ji bo operasyona leşkerî li navçeyên Midyad û Kerboranê li çar gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li navçeyên Midyad û Kerboranê yên Mêrdînê, ji bo operasyoneke leşkerî li gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Mêrdînê, derbarê operasyonê û qedexeyê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo operasyonê li gundên Doluca ve Gelête yên Midyadê û li gundên Rovêre û Gizrî yên Kerboranê qedexeyên derketina derve hatine îlankirin. Li gorî çavkaniyên herêmê duh ji saetên êvarê ve liv û tevgera leşkerî li herêmê heye lê derbarê şer û pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin