Ji bo payîza 2007ê
Ji bo payîza 2007ê
A+A-
Ji bo payîza 2007ê.
Dibêjin zimanek heye.
Bi wî zimanî gul û kulîlk, ken û girîn qedexe ne.
Tu dikarî li navenda Rojhilatê pêrgî xemxwarên wî bêy.
Dibêjin li quntara Çîyayê Sîpanê kanîyek heye,
Nîşana evîna Sîyamendekî bo Xecêyekê.
Karwanî tîna xwe dişkênin.
Dibêjin li Cizîra Bota medreseyek heye,
Tu dikarî li ber sîya dîwarekî sor rûnî û bi helbestên
melayekî sermest bibî.
Dibêjin li Diyarê Bekiran goristanek heye,
Tu dikarî hemû êvarên payîza reş li ber kêla
evîndarê peyva zimanekî qaçax rûnî û guhdariya hawara
Dîcleyê bikî.
Di nehemîn salvegera koça Mehmed Uzun de Em wî bi bîr tînin.
Li ser navê malbat û hevalên Mehmed Uzun. Mistefa Uzun
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin