Ji Brîtanya, Fransa û Elmanyayê civîna li ser Îranê
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser mijara peymana nukleerî ya bi Îranê re de axivîn.
A+A-
Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa serokwezîriya Brîtanyayê ve hat parvekirin de tê gotin ku "May, Macron û Merkel bi rêya telefonê bi hev re li ser meseleya Îranê axivîne.
Hat destnîşankirin ku: Di axaftinê de biryar dane ku peymana nukleerî ya bi Îranê hatiye îmzekirin, tekane rê ye.
Hersê seroka biryar dane ku pirsgirêkên bi Îranê re bi awayekî ku Amerîka jî di nav de be bi konsesusekî hevpar gere bê axaftin û bê çareserkirin.
Tê zanîn ku beriya demekê Donald Trump gotibû "divê peymana nukleerî ya bi Îranê re hatiyê çêkirin divê ji nûve bê guhertin, ger nebe em ê wek Amerîka jê vekişin."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin