Ji CHPê bo HDPê banga hevpeymaniyê
Endamekî Civata Partiya CHPê banga hevpeymaniyê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike.
A+A-
Endamê Civata Partiya CHPê Erdal Aksûnger ji hejmara xwe ya twîttirê ragihand, 15 parlementerên CHPê derbasî Iyi-Partiyê bûne û bi vî awayî CHP rê nedaye viyana netewî were astengkirin.
Got jî, Divê HDP jî di vê hevpeymaniya biratiyê de cihê xwe bigre. Divê em bibin yek û rêjeya benda hilbijartinê bikin sifir.
Duh CHP û Iyî-Partî rêkeftibûn û 15 Parlementerên CHPyê derbasî Iyi Partiyê bûbûn. Bi vî awayî Iyî-Partî maf bidestxitibû ku beşdarî hilbijartinan bibe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin