Ji Civata Kurdên Schweinfurt Bang: Piştgirîya îro ji derengbûna sibê baştire !
Civata Kurdên Schweinfurt (Kurdische Geminde Schweinfurt.e.V) bang kir û got: Banga me ji hemû Kurdistanîyên cîhanê re, piştgirîyê îro ji derengbûna sibê baştir e!
Banga Civata Kurdên Schweinfurtê wiha ye:
Roj roja yekîtîya neteweyî ye, lewra, em bang dikin û dibêjin tenê em bi hev re dikarin pêşbikevin
Pêwîst e em bê deng û dereng nemînin!
Hêzbû û yekrêzîya Rojavayê Kurdistanê wê bibê hêvîya gelê Kurdên Cihanê .
Em wek Civata Kurdên Schweinfurtê, dubare banga Kurdistanîyên Cihanê dikin ku werin em destê xwe bidin hev
Ji bo birîna gelê me derman bikin, ji bo êş û jana gelê me li Rojavayê Kurdistanê kêm bikin û piştgirîya îro ji hemû deman pêwîstir û girîngtir e.
Werin em hemû piştgirîya aborî, dîplomasî û sîyasî bo Rojavayê Kurdistanê ragihînin û dereng nemînin!
Me, wek Civata Kurdên Schweinfurtê, alîkarîya aborî ji 19 malbatên ku li Rojavayê Kurdistanê re şand û gihand destên wan. Herwiha ji bo berdewamîya piştgirîyan hewldanên me berdewamin
Banga me ji bo hemû komele, kesayetîyên Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.
Werin, pêwîstîya Rojavayê Kurdistanê bi alîkarîya we heye!
Werin, em wê pêngavê bi hev re xurt bikin
Kurdische Geminde Schweinfurt.e.V
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin