Ji destpêka erdhejê ve nêzîkî 47 hezar koçber vegeriyane

Ji destpêka erdhejê ve nêzîkî 47 hezar koçber vegeriyane

.

A+A-

Ji rêveberiyên 4 deriyên sînorî re, piştî erdheja 6ê sibatê, heta roja 7ê adarê, 46.896 penaberên Sûrî ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.

Nivîskar Şiyar Xelîl ku bi xwe xelkê herêma Efrînê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got penaberên ku vedigerin Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve rastî tehdîd û şantajan tên.

Penaberên Sûrî pêl bi pêl ji Tirkiyê vedigerin welatê xwe. Penber di çar deriyên sînorî yên sereke re li bakurê Sûriyê vedigerin. Erdheja 6ê sibatê ku rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê pir xerab kiribû, hiştiye ku penaberên Sûrî tevî hemû rewşa zehmet li welatê xwe vegerin.

Li gor amarên fermî ku ji rêveberiyên deriyên sînorî ve hatine belavkirin, piştî erdheja 6ê sibatê û heta roja 7ê adarê, 46 896 penaberên Sûrî ji Tirkiyê vegeriyane, ew di çar deriyên sînorî re vegeriyane ku ji Bab el-Hewa, Bab el-Selame, Cerablus û Girê Spî pêk tên.

Nivîskar Şiyar Xelîl ku bi xwe xelkê herêma Efrînê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got penaberên ku vedigerin Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve rastî şantajê tên.

Nivîskar Şiyar Xelîl got, “Di demên borî de gelek kesên Efrînî vegeriyan malên xwe piştî ku erdhej çêbû lê dema ku vegeriyan hêzên Ebû Emşe dest danîne ser malên wan û gef li wan xwarin.”

Li gor daxuyaniyên fermî yên berpirsên Tirkiyê, berî erdhejê nêzî 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûrî li Tirkiyê bûn.

Roja 11ê çileyê 2023yan, Recep Tayyip Eredogan, serokê Tirkiyê ragihandibû nêzî 500 hezar penaberên Sûrî vegeriyane wan navçeyên ku serokê Tirkiyê weke navçeyên aram bi nav kiribûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin