
Ji Efganîstan bo Tirkîyê: Nehêlin Talîbab propagandayê bike
Piştî komek li Ayasofyayê ala Talîbanê vekir û tekbîr avêtin Wezareta Derve ya Efganîstanê daxuyanîyek belav kir.
A+A-
Piştî komek li Ayasofyayê û li Îranê parkekê ala Talîbanê vekir û tekbîr avêtin Wezareta Derve ya Efganîstanê ji Enqere û Tahranê xwest ku nehêlin Talîban propagandayê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Efganîstanê Goran Hîvan di daxuyanîyeke xwe de dîyar kir ku divê bergirîyên li dijî çalakîyên Talîbanê li Tirkîyê û Îranê bên girtin.
Hîvan dîyar kir ev çalakî pêvajoya aşitîyêya li Efganîstanê bi neyinî bandor dike û got, “Hukumeta Efganîstanê û gel jî piştgirî dide pêvajoyê. Pêvajo divê ji alîyê wan jî bê piştvanî kirin û çalakîyên van welatan pêk tê û zirarê dide pêvajoyê divê bê xilas kirin.”
Hîvan diyar kir wateya piştgirîya van çalakîyan mudaxaleya serwerîya Efgannîstanê ye
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin