Ji Evîna Rojên Kevin
(HelbestekBerî 27 Salan)
Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piştî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde cane xwe ji dest da.. Dema ku em ji Şamê dizîvirîn mala xwe Qamişlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, ew helbest kir stranek xweş, di gel hin guhertinên bi destûra min.. Berî çend rojan, min li wê stranê guhdarî kir û bi min xweş hat ku deqa wê ya orjînaljî ji we re belav bikim:
Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Da milên min barêgiran
Huş û sewdandileqîne
Dizî ji min salên ciwan
Gula min di qurquçîne
Ew xwînasor î dijen ya
Êdî nema bi jenîne!
Çima qederê te wakir,
Te ji min girt wilokîne?
Gazinê min tev ji te ne
Dilê min bi xem û şîne
Ez mirovim, hez dikim jîn
Gul, giya bi min serîne
Dilovanim, bi wijdanim
Belê va dil bi birîne
Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Kirmegêj wek mest û lala
Serî li min digerîne
Bayê felekê, vadijtê
Jiyana min diguherîne
Çep li rastê, rast li çepê
Bi qulpa dizîvirîne
Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Dara min şîn û ciwan bû
Va pelên wê diçilmişîne.
Qamişlo/15 Nîsana 1994