Ji FKKS kampanyake bi wate; xwendina ”Mem û Zîn”ê
FKKS dîtin û bîrûbawerîyên Ehmedê Xanî yê xwe û zimanê wî hebûna xwe dibîne; bi vê minasebetê dest bi kamanyaya xwendina berhema Ehmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê û weşanên kurdî dike û van kitêban wek dîyarî belav dike
Li ser rûxandina peykerê Ehmedê Xanî li navçeya Bazîdê li her derê cihanê kurd bertek nîşan dan; yek ji wan jî reaksîyoana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye. Li ser malper û fecebooka resmî ya FKKS daxuyanîyekê hatîye çapkirin ku ew dest bi kampanya xwendina ”Mem û Zîn”ê ya Ehmedê Xanî kirine:
Beyana FKKSê ya 27. 06.2017ê wêha ye;
“Li Bakurê Kurdistanê Qeyûmê navçeya Bazidê peykerê Ehmedê Xanî rûxand. Şermezar dikin!
FKKS dîtin û bîrûbawerîyên Ehmedê Xanî yê xwe û zimanê wî hebûna xwe dibîne; bi vê minasebetê dest bi kamanyaya xwendina berhema Ehmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê û weşanên kurdî dike! Û van kitêban wek dîyarî belav dike;
Yên dixwazin dikarin têkilî bi [email protected] re deynin!
Ji bo kurdên derveyî Stockholmê ger ew heqê posteyê bidin ew jî kanin bibin xwedîyê kitêban!”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin