Ji Hikûmeta Iraqê li ser Şingalê biryareke nû

Ji Hikûmeta Iraqê li ser Şingalê biryareke nû

.

A+A-

Encûmena Wezîran a Iraqê biryara tapokirina xaniyên Şingal a Başûrê Kurdistanê da. Parlamenterê Şingalê li Parlamentoya Iraqê ragihand ku dema cibicîkirina biryarê nehatiye diyarkirin û got, “Nêzîkî 300 hezar kes dê sûdê ji vê biryarê werbigirin.”

Encûmena Wezîran a Iraqê roja Sêşemê 27ê Berfanbara 2022an civiya û yek ji mijarên civînê tapokirina xaniyên Şingalê bû. Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ji sala 1975an vir ve xaniyan gelek kesan nehatine tapokirin ku ew jî ji ber siyaseta rejîma berê ya Iraqê bûye.

Parlamenterê Şingalê li Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl roja 27ê Berfanbara 2022an ji Rûdawê re ragihand, wî wek Serokê Komîteya Avedankirin û Xizmetguzariyê nameyek ji Mihemed Şiya Sûdanî re şandiye û gotiye, pêwîstiya xelkê Şingalê bi tapokirina xaniyên xwe heye.

Yek ji cihên ku dê ji biryarê sûdê werbigire nahyeya Sinûnê ye. Mehma Xelîl anî ziman, “Li Sinûnê 194,000 kes dijîn û berê tenê li navenda bajêr tapo hebû lê ev biryar dê her tiştî biguhere û dê hemû xelkê bajêr bigire.”

Xelîl diyar kir ku biryar dê sûdê bigihîne nahyeya Qeyrewanê jî ku 90 hezar lê dijîn û got, “Nêzîkî 300 hezar kes dê sûdê ji biryarê werbigirin.”

Mehma Xelîl her wiha bal kişand ser berjewendiyên Kurdên Êzidî di vê biryarê de û got, xelkê berê daxwaza qerebûkirina ziyanên DAIŞê kiribûn lê hikûmetê daxwaza tapokirinê kir û got, “Xelk du caran dê sûdê werdigire. Yeke, ji bo wergirtina qerebûyê. Ya duyemîn, ew dikarin deynên xaniyan bistînin.”

Mehma Xelîl destnîşan kir, ew dibêjin ti kes rê li ber cîbicîkirina biryarê nagire lê heger astengiyek derkeve ew dê giliyê tomar bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin