Ji Îsraîlê hişyariyeke balkêş!
.
Îsraîlê hişyarî da Iraqê ku milîsên Îranê piştgirîya wan dike bigire û nehêle ku ew axa xwe ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî bi kar bînin.
Rojnameya Times of Israelê roja Yekşemê ragihand ku Îsraîlê hişyarî da Iraqê ku eger milîsên Iraqî êrîşên xwe berdewam bikin, ew ê êrîşî Iraqê bikin.
Rayedarên Îsraîlê ev daxuyanî dan:
"Satelaytên Tehranê dişopînin dema ku ew hewl dide ku moşekên balîstîk û alavên pêwendîdar ji Îranê ber bi axa Iraqê veguhezîne da ku bi kar bîne di êrîşeke paşerojê de li ser Israîlê."
“Îsraîl çavdêrî dike û armancên milîsên bi piştevaniya Îranê û herwiha yên dewleta Iraqê dişopîne û destnîşan dike û hişyarî da Iraqê ku divê milîsan kontrol bike û rê li wan bigire ku êrîşan li ser xaka xwe bikin, yan jî wê êrişî Iraqê bike.
Iraqiyan nîgeraniya xwe anîne ziman ku Îran û milîsên Eniya Berxwedana Îslamî xaka Iraqê bi kar tînin da ku şer ji axa xwe dûr bixin û wî welatî tevlî şerekî herêmî bikin.
Karbidestên Îranî her ku diçe gefa êrîşên din li dijî Îsraîlê dixwin wek bersivdana êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê di 26ê Cotmeha 2024an de ku bingeh û navendên leşkerî kirin armanc û 5 leşkerên Îranê kuştin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin