
Ji kar dûrxistin; Piştî mamosteyan dor hat meleyan
Piştî jikaravêtina 11 hezar û 500 mamosteyên kurd, hikûmeta AKP ê niha melayên kurd jî ji kar dûr dixe.
Piştî jikaravêtina 11 hezar û 500 mamosteyên kurd, hikûmeta AKP ê niha melayên kurd jî ji kar dûr dixe.
Hikûmeta Tirk li Amedê 3, li Batmanê 1, li herêma Botan 4 bi giştî 8 mele ji kar hatin avêtin û 8 mele jî ji kar hatin dûrxistin. 9 mele hatin nefîkirin bajarên Tirkiyê û derbarê 20 meleyan de jî lêpirsîn hate destpêkirin.
Herwiha derbarê 20 melayan de lêpirsîn hatîye destpêkirin û lîsteya 180 melayên din jî bo lêpirsînê ji midûriyeta ayînî ya Amedê re hate şandin.
Li gor dihê gotin, hinceta jikardûrxistina van melayan jî piştgirîdayîna PKKê ye.
Rêveberê Komeleya Oldarên Amedê (DÎAY-DER) Mele Evdila Kino ji nuçegîhanê Amedê yê Rûdawê Maşallah Dekak re wiha gotîye:
“Em derketin çalakiyan me bertek nîşan da. Me got bila ev bajar neyên rûxandin, me got bila xelkê me koçber nebin, ji axa welatê xwe qut nebin. Me di warê rêxistinên sivîl de bertekên xwe nîşan dabû. Lê fişarekî gelek tund li ser hevalên me heye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin