Ji Koşka Sipî daxuyaniya hevdîtina McMaster û Kalın
Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê hevdîtina doh û îro ya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Korgeneral H.R McMaster û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin de ragihand, “Li ser rêbazên berfirehkirina têkoşîna dijî terorê hatiye axaftin.”
A+A-
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di hevdîtinan de behsa şirîkatiya berdewam ya bi Tirkiyê re hatiye kirin û xem û fikarên herdu welatan hatine gotûbêjkirin.
Koşka Spî ragihand: "Danûstandin li ser pêwendiyên hevpeymaniya Tirkiye-Amerîka, zehmetiyên stratejîk ên hevpar û herêmî hat kirin."
Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinên McMaster û Kalin de, hemû hurgiliyên têkiliyên herdu welatan hatine gotûbêjkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin