Ji malbata ku 5 endamên wê mirîne 250 hezar euro tê xwestin
.
Li bajarê Amedê beriya 4 salan wesayîteke zirxpoş li otomobîleke sivîl qelibî û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan. Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi hinceta ku di vê qezayê wesayîta zirxpoş zirareke mezin dîtiye û ajokar Fîkrî Demîrbaş jî sûcdar e, ji malbata Demîrbaş tam 250 hezar euro pere dixwaze. Malbat dibêje hem wan ji malbata me 5 kesan kuşt û hem jî di ser de ji me pere dixwazin.
Di 19ê Gulana 2017an de wesayîteke zirxpoş li ser rêya Licêya Amedê li wesayîteke sivîl qelibî û di encamê de ji heman malbatê 5 kesan canê xwe ji dest dan. Yek ji wan jî hevjînê Helîme Demîrbaş, Fîkrî Demîrbaşê 52 salî bû.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi hinceta ku wesayîta wan a zirxpoş zirar dîtiye, ji malbata Demîrbaş 250 hezar euro pere dixwaze. Malbata Demîrbaş jî dibêje hem 5 kes ji wan kuştine û hem jî di ser de pere dixwazin. Vê yekê weke bêwijdaniyeke mezin bi nav dikin.
Hevjîna Fîkrî Demîrbaş, Helîme Demîrbaş got: “Hûn ji xwedê jî natirsin? Hûn ji pêxember jî fedî nakin? Niha dibêjin gerek hûn evqas ewro bidin min? Ka ez ê ji ku bînim? Hem pen kirin, hem jî vî pereyî ji me dixwazin. Çima ku panzera wan xêz bûye.”
Fîkrî Demîrbaş bavê 7 keç û kurek bû. Sê keçên wî zewicî ne. Ligel vê yekê jî dewletê ji mala wan re teblîgatek şandiye û ji wan xwestiye ku vî 250 hezar ewroyî bidin.
Keça Fîkrî Demîrbaş Nesîbe Demîrbaş Karabacak jî got: “Ez ji xwe re bibêjim, ez di kirê de me. Şeş sal in zewicandî me. Vaye bûn 5 mal in ku diguherînim. Ez vî pereyî ji ku bînim? Di kirê de me ez ê çawa bînim? Ez cuda, xwîşka min cuda, xwîşkeke min a din zewicî ye di kirê de ye. Diya min di kirê de ye. Ev dewleteke çawa ye?”
Li Tirkiyeyê li gorî qanûnên trafîkê aliyê sûcdar ger miribe jî divê zirar û xisara aliyê bê sûc ê li hemberî xwe qerebû bike. Ji ber ku di rapora cendirmeyên trafîkê de Fîkrî Demîrbaş weke ajokar ji sedî sed sûcdar hatiye dîtin, dewlet niha dixwaze vî pereyî ji malbata Demîrbaş bistîne.
Parêzerê Malbatê Welat Bozhan jî got: “Ji ber ku cihê bûyerê dikeve nava sînorên cendirmeyan, cendirmeyan rapora qezayê girtiye. Ji xeynî vê rapora tu delîleke din tune ye. Helbet di serê me de pirs hene. Me li hemberî vê yekê li dadgehê îtirazên xwe kirine. Eger bi awayeke wijdanî em berê xwe bidinê, ez qet bawer nakim ku qisûra muwekîlê min ji sedî sed be.”
Di van salên dawiyê de bûyerên ku wesayîtên zirxpoş tê de cih digrin gelek zêde bûne. Herî dawî di 20'ê vê mehê de li Wêranşara Ruhayê wesayîteke zirxpoş li keçikek 5 salî qelibibî û ew ji herdu lingên xwe seqet bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin