Ji NYê li ser demografiya Efrînê daxuyanî

Ji NYê li ser demografiya Efrînê daxuyanî

Berdevkê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarri li ser rewşa Efrînê û hewlên guherandina demografiyê got: “Divê xelk di hilbijartina cihê nîştecihbûna xwe de azad bin. Nabe xelk bi darê zorê bêne veguhastin yan bêne vegerandin yan jî bi zorê bêne derkirin”.

A+A-

Di konfranseke rojnamevanî de li baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê, Stephane Dujarric di bersiva pirseke Rûdawê de li ser rewşa Efrînê û rêgirîkirina grûpên çekdar ên îslamî û cîhadî ji vegera xelkê sivîl bo nav Efrînê kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li New Yorkê, Mecîd Nizamedîn Gilî li ser Efrînê ji Dujaricc pirsî; “Hejmarek ji awareyan dibêjin, ew hewl didin ku vegerin bo Efrînê, belê grûpên îslamî yên cîhadî xalên kontrolê danîne û nahêlin ser malên xwe. Ev yek di demekê de ye ku raport hene ku awareyên Xûteya Rojhilat bi dare zorê dişînin Efrînê, weke hewlekê ji bo guhertina demografiya Efrînê”?

 

Di bersiva vê pirsê de, Berdevkê Netewên Yekgirtî got: “Ez nikarim wan tiştan piştrat bikim ku te behsa wan kir, lê belê ya ku giring e, ev e ku çend prensîp hene derbarê vê yekê. Yekemîn tişt, nabe ku xelk bi darê zorê bihêne veguhastin û bihêne vegerandin an bi zorê bihêne derkirin. Divê xelk azad bin di hilbijartina cihê nîştecihbûna xwe, divê bikarin bi aştî bijîn.

 

Niha şerekî berdewam li piraniya Sûriyê heye û ji wan jî li Efrînê. Çarenûsa xelkê sivîl yek yek ji nîgeraniyên me yên berdewam e. Me kariye ku em bigihin wan xelkên ku ji ber şeran, Efrîn bi cih hîştine. Me hinek zanyarî ji wan ve bi dest xistiye, lê belê zelal e ku nabe rê li azadiya hatinûçûna xelkê sivîl were girtin”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin