Ji PAKê Agahdarî Ji Raya Giştî Re!
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji raya giştî re agahdarîyek belav kir.
Navenda Nûçeyan - PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji raya giştî re agahdarîyek belav kir. Naveroka agahdarîya ji Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê hatîye belav kirin wiha ye:
“Di roja 23.04.2020an, bi seeta Amedê di seet:18.00an de , di bernameya zindî ya Stêrk TVyê de, di nûçeyekê de daxuyanîyeke bi navê ‘’Partîyên Kurdistanî’’ ya di derbarê rûdanên li Zînî Wertê de hate belav kirin.Lê mixabin di wê nûçeyê de wêneyekî Serokê Giştî yê partîya me Birêz Mustafa Özçelik yê ku berê hatîye kişandin jî hatîye belav kirin.
Tu eleqeya partîya me û ya Seroke Giştî yê partîya me bi wê daxuyanîyê re tune ye.Lê Stêrk TVyê wek ku eleqeya partîya me jî bi wê daxuyanîyê re hebe, wêneyê Serokê Giştî yê partîya me di wê nûçeyê de belav kirîye. Ev helwest, li dijî prensîb û ehlaqê rojnamegerîyê ye.
PAKê pêştir bîr û ray û pêşnîyarîyên xwe yên di derbarê rûdanên li Zînî Wertê û li Başûrê Kurdistanê de bi raya giştî re parve kiribû.
Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Artêşa Netewî ya Girêdayî Wezareta Pêşmerge îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê temsîl dikin.
Bi vê minasebetê, em wek PAK , careke din bangî hemû partîyên li Başûrê Kurdistanê dikin; bangî hemû hêzên leşkerî, çekdarî, sîyasî, sivîl , bangî hemû partî û dezgeh û dewletan dikin ku, rêzê li hebûn, desthilatdarî, resmîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Artêşa Netewî ya Girêdayî Wezareta Pêşmerge bikin. Çareserîya pirsgirêkan bi bicîhanîna van gavan ve mimkun e.
Herweha partîya me careke din aşkere dike ku divê pirs û pirsgirêk bi rêyên dîyalogê û bi rêyên aştîyane bêne çareser kirin.
Lêxwedî derketin, parastin û pêşde birina hemû destkeftîyên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, wazîfe û berpirsyarîya netewî, niştimanî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê ne.”
25.04.2020
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin