Ji PAKê ve bi minasebeta 98 saliya Peymana Lozanê pankarta “Bijî Kurd û Kurdistan”
.
A+A-
Bi minasebeta 98 salîya (24.07.1923) Peymana Lozanê, şaxa Amedê ya PAKê pankartek daliqand.
Di pankarta ku ji alîyê PAKê ve hatîye daliqandinê de dibêje “ÇI SYKES-PÎCOT, ÇI LOZAN, BIJÎ KURD Û KURDİSTAN”
PAKê 24ê Tîrmehê de jî bi minasebeta 98 saliya Peymana Lozanê daxuyanî dabû û di daxuyaniya xwe de gotûbû: Di 98 salîya Peymana Lozanê de, em wek partî û wek milletê Kurd, ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin. "
Rûpela Nû/Amed
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin