Ji Rûsyayê bo Tirkiyeyê: Efrînê bide Sûriyê

Ji Rûsyayê bo Tirkiyeyê: Efrînê bide Sûriyê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê operasyona Efrînê de axift û got, " Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûr

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de pirsa rojnamevanan bersivand û got:

"Serokkomarê(Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdogan ti carî negotiye ku dixwaze Efrînê dagir bike. Nexasim em wiha bawer dikin ku hêsantirîn metoda asayîkirina rewşa Efrînê, ew e ku gava tirk bibêjin ku gihiştin armancên xwe, kontrola vê herêmê dîsa bidin Hikûmeta Sûriyeyê."

Herwiha Lavrovî diyar kir ku di mijara Efrînê de ji bilî vê piştgiriyê nadin ti nerînê.

"ERDOGANÎ TI CARÎ NEGOT KU DIXWAZE EFRÎNÊ DAGIR BIKE"

Ji aliyê din ve, pirsek jê hat kirin bê serokê her sê welatên garantor ên pêvajoya Astanayê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di lûtkeya sêalî ya li Enqereyê de behsa geşedanên li Efrînê kiriye yan na. Lavrovî li ser pirsyarê wiha got:

"Li wan wê pozisyona ku Erdogan gelek caran behsa wê kiribû, gotûbêj li ser (Efrînê) çêbû. Gava ku Amerîkayê dest bi flortê li gel komên kurdî kir û planên avakirina tiştekî wek herêmeke ewle ku ji Iraqê dest pê dike kirin, Erdoganî ev plan wek gef li berjewendiyên Tirkiyeyê dîtin. Lê Erdoganî ti carî negot ku dixwaze Efrînê dagir bike."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin