Ji ser şehîdkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo 31 sal derbas bû

Ji ser şehîdkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo 31 sal derbas bû

Îro 13ê Tîrmehê 31mîn salvegera şehîdbûna sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anko HDKÎ), Dr. Ebdurehman Qasimlo ye. Qasimlo wek kesayeteyekî xwedan ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî zana û jêhatî dihate naskirin.

A+A-

Dr. Ebdurehman Qasimlo li cem alîgrên xwe, wek kesayetekî siyasî yê hûrbîn, bi ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî jêhatî tê naskrin.  Wî herdem di gotar û nivîsên xwe de tekezî li ser vê yekê kiriye, ku Komara îslamî ya Îranê xwediyê potansiyela çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd nîne lê çendîn kar li gel berpirsên hikûmeta Îranê danûstandin kiriye. Ew di dawiyê de li ser maseya danûstandinan, ji aliyê Îranê ve hate şehîdikirin. 

Dr. Ebdurehman Qasimlo di 22ê Kanûna 1930ê li Gundê Qasimlo ya Urmiyê jidayik bûye. Wî li Urmiye, Tehran û Parîsê xwendiye û li Zanîngeha Praga Çekoslovakya ya wê demê, doktoraya di warê zanistên aborî de wergirtiye. 

Dr. Ebdurehman Qasimlo di destipêkê de endamê partiya Tûdey a Îranê bû û piştre çarenivîsa xwe ya siyasî bi temamî bi Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ve girêda. Di sala 1971ê de bû sekreterê giştî yê wê partiyê. 

Alîgrên Qasimlo wî weke kesayeteyekî xwedan ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî zana û jêhatî binav dikin. Tevî pêdagirya wî ya li ser bidestxistna mafên netewî, tekezî li ser bicîhkirina demokrasiyê kiriye û azadî û wekheviya civakî weke bingeha pêşkeftina civakê zaniye. 

Dr. Ebdurehman Qasimlo fermandeyê giştî yê hêzên pêşmegeyên partiya xwe bû û ciwan handidan da ku bibin pêşmerge. Lê bi nêrîna wî şer û leşkerî ji bo pirsa kurd weke çareseriya sereke nînin. Beşdarbûna PDKÎ ya ji hilbijartinên parlamentoyê û xwe namzedkirina Qasimlo ya ji bo Encûmena Şarezayên Rêberî û herwiha rola wî ya di damezrandina şanda nûneratiya gelê Kurdistanê ji bo danûstandinên li gel hikûmeta Îranê, girîngitrîn hewlên siyasî yên Qasimlo bûn. Wi bi beşdarbûna pêvajoya siyasî û bi rêyên aştiyane çareseriya pirsgirêka kurd girîng didît. 

Qasimlo di nivîsên xwe de diyarkirina mafê çarenivîsê ya gelê Kurdistanê, weke mafeke sereke binavkiriye û gotiye: “Mafê Kurdan e ku nîştmana xwe ya hevbeş bike yek û bibe xwedan dewleteke serbixwe.” 

Dr. Ebdurehman Qasimlo tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedan kesayetekî bi bandor bû. Pêwendiyên wî yên li gel hêzên parçeyên din ên Kurdistanê jî pir baş bûn. 

Herweha weke yek ji kesên endazyarê pêwendiya kurd û rojavayiyan tê naskirin. Dr. Ebdurehman Qasimlo ji bilî Kurdî, heft zimanên din jî dizanî. Wî dikarî bi Farisî, Tirkî, Erebî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî û Çekî biaxive. Bi gotina lêkoleran, wî xebata çekdarî jî weke taktîk bo rêweşkirina xebata siyasî, aştî û bidestxistina azadî û demokrasiyê didît. 

Dr. Ebdurehman Qasimlo Komara Îslamî ya Îranê weke neyarê sereke ya pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê, binav dikir. Gelek caran behsa vê yekê kiriye, li Îranê potansiyela çareseriya aştiyane ya pirsa kurd nîne lê dîsa jî amade bûye danûstandina li gel wan bike. 

Civîneke danûstandinê ya roja 13ê Tîrmeha 1989ê ya di apartmaneke bajarê Viyanayê de, bû sedema şehîdkirina wî. Bikujên ji wî jî her ew kes bûn, ku ji bo danûstandinê li gel wî rûniştbûn. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin