Ji Serokatiya Azerbaycanê daxuyaniya civîna Nêçîrvan Barzanî û Aliyev

Ji Serokatiya Azerbaycanê daxuyaniya civîna Nêçîrvan Barzanî û Aliyev

.

A+A-

Serokatiya Komara Azerbaycanê li ser civîna îro 18ê Tîrmehê ya Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di hevdîtinê de Îlham Aliyev ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, “Ev serdan dê hemahengiya di navbera her du aliyan de zêde bike.”

Serokatiya Azerbaycanê ragihand ku di civînê li ser çend mijarên têkildarî herdu aliyan hatine gotûbêj kirin û naveroka hevdîtinê wiha hate eşkere kirin: “Di hevdîtinê de berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên Herêma Kurdistana Iraqê û Azerbaycanê, veberhênana di warê enerjiyê de, zêdekirina geştiyariyê û vekirina geştên asmanî hatin gotûbêjkirin.”

Aliyev berî destpêkirina civînê jî ji Nêçîrvan Barzanî re got: “Bîranînên min ên gelek baş ji hevdîtina me ya li Munchenê hene” û Nêçîrvan Barzanî jî jê re got: “Gelek spas ji bo vexwendina min. Ez gelek kêfxweş im ku di dawiyê de hatim vir.”

Hêjayî gotinê ye, ev Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbaycanê piştî hevdîtina ligel Alîyev a Sibata îsal di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de pêk hat ku Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo Azerbaycanê hatibû vexwendin.

Lêkolînerê Azerî: Serdana Nêçîrvan Barzanî pêngaveke cidî ye

Ji aliye din ve nivîskarê û lêkolînerê Azerî Agil Alesger derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Azerbaycanê de got: “Serdana birêz Nêçîrvan Barzanî di warê peywendiyên dualî de gaveke cidî ye. Heta niha têkiliyên her du aliyan di warê bazirganiyê de bûn, lê cara ewil e di asta rayedarên dewletê de têkilî pêş dikevin û projeyên navdewletî yên cidî hene.”

Endamê Lijneya Rêvebir a Çapemeniyê ya Azerbaycanê û Serokê Koma Medyaya Serdema Nû Agil Alesger beşdarî bultena Rûdaw TV bû û têkiliyên Herêma Kurdistanû û Azerbaycanê û serdana Nêçîrvan Barzanî nirxand.

Agil Alesger bi bîr xist ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di 18ê Sibatê de li Konferansa Asayîşê ya Munchenê û piştre jî di 4ê Hezîranê de li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê hevdîtin kiribûn û got: “Ji bo vê serdanê beriya niha gelek gav hatibûn avêtin. Di civînên berê de wêneyên pir xweş hebûn. Dihat pêşbînîkirin ku hevdîtineke bi vî rengî pêk were.”

Alesger got: “Di navbera Kurdistana Iraqê û Azerbaycanê de her tim pêwendiyek hebû. Ew jî xwedî paşxaneyeke dîrokî ye. Di serdema Sovyetê de têkiliyên serokê damezrîner ê Azerbaycanê Heyder Aliyev bi Mela Mistefa Barzanî û serokên din ên Kurd re hebûn. Di van 20 salên dawî de ji ber hin sedeman ev têkilî hinekî qut bibûn, lê ji nû ve avakirina van peywendiyan ji bo her du welatan pir girîng e.”

Agil Alesger amaje bi wê yekê kir ku Tirkmenên yek ji pêkhateyên girîng ên Kurdistanê û Azerî ji heman binyatê tên û herwiha li Azerbaycanê jî Kurd dijîn lewma jî têkiliyeke civakî di navbera wan de heye û wiha anî ziman: “Hezkirina di nava gelean de eger di nav dewletan de jî pêk were tişteke girîng e.”

Bi gotina Alesger di vê çarçoveyê de ji bilî di warên aborî de encamên gelek baş ên serdana Nêçîrvan Barzanî hebin.

Herî dawî Alesger, da zanîn ku li Azerbaycanê ti cudahî di navbera Tirk, Kurd, Taliş û Lezgiyan de nîne û hemû welatiyên vî welatî ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin