Ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelikî peyama Sersaxiyê bo Dilovan Îdrîs Barzanî

Ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelikî peyama Sersaxiyê bo Dilovan Îdrîs Barzanî

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik, li ser wefata Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê Neçîrvan Barzanî peyamek weşand. Özçelik sersaxî ji Mala Barzaniyan re xwest.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi hilkefta wefata Gorbihuşt Dilovan Îdrîs Barzanî peyamek weşand û xemgîniya xwe anî zimên.

Di peyama xwe de Özçelîkî wisa got:

 

"Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî çû ber dilovanîya xwedê

Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê Rêzdar Nêçirvan Barzanî, kurê Îdrîs Barzaniyê Nemir, neviyê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir, roja 02.04.2018n ji ber celteya dilî çû ber dilovaniya xwedê.

Weke mirovekî ku ji nêz ve wî nas dikim, ez ji ber wefata rêzdar Kak Dilovan Barzanî gelekî xemgîn im.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cihê wî bihuşt be.

Sersaxiyê ji Rêzdaran Mesûd Barzanî, Nêçirvan Barzanî , ji hemû malbata wan û ji gelê me re dixwazim.

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin