Ji Swêd û Fînlandayê biryara Tirkiyê

Ji Swêd û Fînlandayê biryara Tirkiyê

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Swêdê daxuyaniya xwe ya ku serdana wezîrên derve yên Swêd û Fînlandayê bo Tirkiyê ragihandibû, piştî axaftinên Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan guhert.

Wezareta Derve ya Swêdê, pêştir ragihandibû ji bo derbarê endamtiya NATOyê de gotûbêjan bikin, dê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîra Derve ya Fînlandayê Pekka Haavisto serdana Tirkiyê bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihandibû, Tirkiye ne li dijî endamtiya NATOyê ya her du welatên Îskandînavyayê ye û endamtiya wan asteng nake.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di konferansa hevbeş a rojnamevanî ya ligel Serokê Cezayirê Ebdulmecîd Tebbun derbarê endamtiya her du welatan de axifî û got, her du welat piştgiriya PKKê dikin.

Erdogan got: “Swêd ji xwe navenda rêxistinên terorê ye. Terorîstan li parlamentoya xwe didin axaftin. Bi taybetî vedixwînin. Heta li Parlamentoya wan alîgirên rêxistina terorê yê PKKê hene. Em dê bi çiyê wan baweriyê bikin. Duşemê têne Tirkiyê, eger ji bo me qani bikin tên, bila biborînin xwe newestînin, berî hemû tiştî aliyên cezayan bi ser Tirkiyê de disepînin, em di vê pêvajoyê de ji endamtiya wan a NATOyê re ku rêxistineke ewlekariyê ye nabêjin erê.”

Wezareta Derve ya Swêdê piştî axaftinên Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniya xwe guhert û navên her du wezîrên derve ji nav derxistin. Di daxuyaniya nû de hat ragihandin, dê şandên bilind ên dîplomatîk ên Swêd û Fînlandayê serdana Tirkiyê bikin.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ji medya welatê xwe re got, dê şandên dîplomatîk di nav vê hefteyê de serdana Tirkiyê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin