Ji TEV-DEMê daxuyaniya Îdlibê
Hevserokê Desteya Rêvebir a TEVDEMê Aldar Xelîl ji kenaleke Rûsî re ragihand, ku şervanên wan amade ne hevkariyê li gel her hêzeke rizgarîxwaz bikin ji bo operasyona bakurê Sûriyê li parêzgeha Idlibê.
A+A-
Aldar Xelîl got: Heger rêketinek bê kirin, em amade ne ji bo derxistina terorîstan ji Idlibê, roleke bihêz bilîzin.
Xelîl got jî: Idlib ji aliyê çekdarên terorîst ve, yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, hatiye dagirkirin û Kurd jî li wê navçeyê hene û ji erkê me ye weke welatiyên Sûrî, em wê parêzgehê jî rizgar bikin.
Navhatî red kir, ku di dema dawî de, nêzîkatî di navbera wan û Hikûmeta Sûryê de çêbûbe û got: Tiştê ku belav dibin ji rastiyê dûr in.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin