Ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê meşa Newrozê û belavkirina belavokên hilbijartinê
Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro 20ê Adarê, digel Namzetê xwe yê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M.Feyyaz Ekmenî, li caddeya Dîyarbekirê, bi sitranên Newrozê belavok belav kirin û Newroza Batmanê pîroz kirin.
Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê M.Feyyaz Ekmen îro (20.03.2019) li 'Caddeya Diyarbakir'a Batmanê ku caddeya herî dirêj û qalabalix e, ligel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Cîgirên Serokê Giştî yên PAKê Nurullah Tîmur û Kasim Ergun, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û xelkê bi awayekî girseyî belav kirin. Herwiha Newroza gelê Batmanê pîroz kirin. Di dema belavkirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî bi taybetî marş û stranên li ser Newrozê û yên niştimanî li nav bajêr de belav dibûn.
Tifaqa Welatperwer û Demokrat li ser Caddeya Diyarbakir a Batmanê di wexteke ku nêzîkî 4 saetan de bi hezaran belavok belav kirin. Gel û esnafên Batmanê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetê serbixwe û girseya Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.
Meş û belavkirina belavokan ên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ya li Batmanê bi awayekî girseyî û peywendîyên yekser bi gelê Batmanê re, hêvî û heyecana netewî, niştimanî geştir kir.
Gelê Batmanê ev e bi salan e deng û reng û çalakîyeke bi vî rengê xwe yê Kurdistanî, netewî nedîtibû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin