Ji travmaya DAIŞê xelas nebû; bi otonasiyê dawî li jiyana xwe anî
.
Li Belcikayê keça bi navê Shanti De Corte ya ku di sala 2016an de ji êrîşa DAIŞê ya li ser balafirgehê ku di encamê de 18 kes miribûn rizgar bû, di 23 saliya xwe de ji ber depresyonê bi bijartina otonasiyê dawî li jiyana xwe anî.
Bandora êrîşa xwekujî ya DAIŞê ya li Balafirgeha Zaventem a Belcîkayê ku di sala 2016an de pêk hatibû, li ser mirovan hê jî berdewam dike.
Keça bi navê Shanti De Corte ya 23 salî ku di dema êrîşê de ji bo biçe Romayê, li balafirgehê bû şahidê êrîşa bi xwîn.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Shanti De Corte ya ku wê demê 17 salî bû teqîn tenê çend metreyan dûrî wê pêk hatin.
Keça ciwan a ku ji êrîşa ku 18 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn rizgar bû, piştî êrişê jiyana wê serobino bû û travmayeke mezin dît.
Corte ya ku beriya êrîşê jî nexweşiyên wê yên derûnî hebûn dest bi tedawiyê kir, lê belê dermanên ku wê xwar jî bandoreke neyînî li jiyana wê kir. Keça ciwan ku du caran di bin çavdêriyê de dihat dermankirin, gelek caran hewla xwekuştinê da.
Corte, ku di salên 2018 û 2020-an de hewildanên xwekujiyê bi ser neket, destpêka vê salê serlêdana otonasiyê kir. Du psîkiyatrîstan bi erênî bersiv dan serlêdana Corte ya ji bo otonasiyê (mafê xwestina kuştina xwe), ku li Belçîkayê qanûnî ye.
Piştî qedandina pêvajoya qanûnî, Corte di 7ê Gulanê de di 23 saliya xwe de bi otanasiyî dawî li jiyana xwe anî.
undefined
Li Belcîkayê êrîşên hemwext
Di 22ê Adara 2016an de DAIŞê bi êrîşên hemwext ên li Belcîkayê welat hejand.
Li gorî demjimêra herêmî di 07:58an li Balafirgeha Zaventem a Brukselê êrîşeke xwekujî pêk hat.
Piştî saetekê rawestgeha metro ya Maelbeek a li navenda bajarê Brukselê bû hedefa êrîşê.
Di bûyerê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 250 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku her sê êrîşkar mirine.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin