Ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hevpeyvîn û roja îmzeyê
WeqfA Îsmaîl Beşîkçî(IBV) di 7ê berfanbara 2019an bi beşdarîya nivîskar Ruşen Arslan hevpeyvîn û roja îmzeyê lidardixe.
Navenda Nûçeyan- WeqfA Îsmaîl Beşîkçî(IBV) di 7ê berfanbara 2019an bi beşdarîya nivîskar Ruşen Arslan hevpeyvîn û roja îmzeyê lidardixe.
Di derheqê hevpeyvîn û roja îmzeyê IBV wiha got:
Gotineke bi vî awayî heye: " Ne bi rîyê ne jî bi xirqeyê mirov dibe feylezof." Ne rî ne jî xirqeyê Hoste Nîyazî hebû. Lê ew di çavê rewşenbîrên Kurd de feylezofê gel bû. Bûyerên civakî û sîyasî kes nikarîbû mîna wî bi awayeke xwerû, hêsan û bibandor vegota. Helbet ev taybetmendî mehsûlê zanistî û zîrekîyê ne. Taybetmendîyeke hemû serpêhatîyên ku behsa wî tê da derbas dibûn ev bûn ku hem mirov dikenand hem jî difikirand. Ji ber vê yekê sîyasetmedar û nîvîskarên Kurd, hez dikin ku nivîs û axaftinên wan, bi serpehatîyên Hoste Nîyazî were xemilandin. Nivîskar Ruşen Arslan di vê pirtûkê da ev çar nifş in behsa dirûnkarên welatparêz ên Kurd, di nav têkîlîya hoste û şagirtan de Hoste Nîyazî yê nifşê sêyemîn dike.
Dîrok: 7 Berfanbar 2019 Şemî
Seet: 17:30
Nivîskar: Rûşen Arslan
Moderator: Sirri Ozbek
Zimanê Çalakîyê: Tirkî
Cih: Hola Berbankê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin