Ji xwendevanên Hewlêrê li dijî Abadî xwepêşandan
Bi hezaran xwendevan û mamosteyên Zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê,Îro 11/12/2017an li dijî daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwepêşandaneke berfireh saz kirin.
A+A-
Li hember gotarên Abadî ku gellek caran behsa rol û qurbaniyên hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de nekiriye, bertekên Kurdistaniyan berdewam in.
Îro mamoste û xwendevanên Zanîngeha Selaheddîn a li Hewlêrê li dijî Abadî xwepêşandaneke berfireh û girseyî li dar xistin.
Xwepêşanderan li dijî helwestên Ebadî diruşm avêtin û rexneyên tund li siyasetên wî yên beramberî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin