Ji YPG/YPJê çalakî: Kuştî û birîndar hene

Ji YPG/YPJê çalakî: Kuştî û birîndar hene

Hat ragihandin ku şevê din şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yên Yekîneyên Parastina jin (YPJ) li Efrînê li hemberî noqteya leşkerî çalekiyek li dar xistin.

A+A-

Hat ragihandin ku şevê din şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yên Yekîneyên Parastina jin (YPJ) li hemberî noqteya leşkerî çalekiyek li dar xistin.

Li gor çavkaniyên herêmî di çalekiyê de çekdarekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatiye kuştin û di leşkerên artêşa Tirkiyeyê jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên berdest, şervanên YPG/YPJê şevê din li bajarê Efrînê li hemberî xala kontrol a ASA û TSKê çalekiyek li dar xistin, di encama çalekiyê de çekdarê ASAyê yê bi navê Ebîd El-Ezîz Necar jiyana xwe ji dest da û leşkerên artêşa Tirkiyeyê jî bi giranî birîndar bûne.

 

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin