
JICA dest bi nûjenkirin û berfirehkirina Muzexaneya Silêmaniyê dike
.
Ji bo nûjenkirin û berfirehkirina Mûzexaneya Silêmaniyê, yadeştek di navbera Wezareta Derve ya Iraqê û Balyozê Japonê de hat îmzekirin.
Rêvebirê Bernameyan di Ajnsa JICA a Japonî Amojgar Hewêzî ji K24ê re ragihand, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Balyozê Japonê li Iraqê Akira Ando li Bexdayê yadeştek li ser proseya nûjenkirin û berfirehkirina Mûzexaneya Silêmaniyê ya îmze kirin.
Hewêzî got: “JICA bi hevahengî li gel Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya nûkirin û berfirehkirina Mûzexaneya Silêmaniyê cîbicî dike, ku nêzîkî milyarek dînar hatiye xerckirin. Di vê çarçoveyê de, ajans dê girêbestekê bi kompaniyeke Japonî re îmze bike.”
Muzexaneya Silêmaniyê cihekî girîng û dîrokî ye, nasname û beşeke girîng a dîroka bajêr e. Çend perçeyên arkeolojîk ên sedsalên borî bi zanistî tê de hatine parastin û niha pêwîstiya wê bi nûvekirin û berfirehkirinê heye.
Rêveberê bernameya pêşkeftî ya JICA got: “Kompaniya Japonî ya ku dê girêbest pê re were îmzekirin, divê heta dawiya sala 2027 û destpêka sala 2028an, nûkirin û berfirehkirina Muzexaneya Silêmaniyê bidawî bike û hemû kar di yek qonaxê de dê bên kirin.”
Rêvebirê Muzexaneya Silêmaniyê Hîşam Hema Ebdullah ji K24ê re ragihand: “Heta niha ew ji hûrgiliyên wê projeyê nehatine agahdarkirin, lê bêguman nûjenkirin û berfirehkirina mûzexaneyê dê bihêle berhemên din ên arkeolojîk bên nîşandan. Ev yek jî dê dîmeneke xweştir bide muzeyê û hejmara serdangeran zêde bike.”
Muzexaneya Silêmaniyê, muzexaneya duyemîn mezintirîn mûze li ser asta Iraqê û ya herî mezin li ser asta Kurdistanê ye, ku tê de gelek koleksiyonên girîng û cihêreng ên ji pêşdîrokê heta serdema nû hene.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin