Jimareyeke pizîşkên ermenî li Duhokê wê neştergeriya çav ji bo nexweşan bikin
.
A+A-
Îro roja duşemê 24.05. 2021ê li bajarê Duhokê bi amadebûna parêzgarê Duhokê û Konsolê Ermenistanê li Hewlêrê hatina tîmekî pizîşkên ermenî ji bo bajarê Duhokê hat ragihandin.
Konsolê Ermenistanê li Herêma Kurdistanê Erşak di koneransa rojnemevanî de aşkere kir tîmeke pizîşkên ermenî ji bo Duhokê bo encamdana çendîn neştergeriyên çav ê pizîşkî ne roja dûşemê wê dest bi neştergerîyan bikin.
Herwiha Erşak Manokyan dibêje wê ev tîma pizîşkî çend rojan li Duhokê bimînin û xizmeta nexweşên çavan bikin ku pêwîstiya wan bi neştergeriya çavan heye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin