Jin dixwazin mafên jinan li gor peymanên navdewletî bên dabînkirin
.
Jinên endamê Sendîqayên ser bi Konfederasyona Sendîqayên Kedkar û Karmendan KESKê ve ne, bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe ji bo polîtîqayên ku mafên jinan naparêzin û wan li hember metirsiyan bê mecal dihêlin ragihandin û daxwazên xwe yên ji hevpeymaniyên giştî yên ku bên kirin, diyar kirin.
Li ser navê beşdaran Berdevka Serdemê ya KESK a Diyarbekirê Guneş Ozel daxuyand ku ew bidestxistina mafên jinan di rêxitinbûna bi sendîqayan re dibînin û dixwazin îsal daxwazên wan bên pejirandin û dabînkirin.
Berdevka KESKê daxwazên jinan bi 19 xalan ragihand û bang û daxwaz kir ku daxwazên jinan bê bersiv nemînin.
Hin ji wan daxwazên ku hatine kirin ev in: Divê mafên keda jinê, bi awayekî parçekirî na, lê bi awayekî berdewam bên dayîn, divê dawî li polîtîqayên ku nîvên şevande tên ragihandin û bi Rewşên Awarte û KHK’yan kedkar û karmendan ji karên wan dûrdixin bê anîn û hemû yên hatine îxraçkirin, bi dabînkirina mafên xwe ve vegerin ser karên xwe. Divê jin li gor standartên Peyamana ÎLO’yê bikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin û serdemên ku nexweşinên wan yên taybet hene de jî, muçeyên wan neyên birîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin