"Jinên PAKê hewildidin bi hejmareke bilind bikaribin di meclisa PAKê ya nû de cih bigrin "
"Jinên PAKê hewildidin bi hejmareke bilind bikaribin di meclisa PAKê ya nû de cih bigrin "
Beyana Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê;
Rêveberîya Komîsyona Navendî ya Jinan ya PAKê bi beşdarîya piranîya endamên xwe li Amedê civîya.
Civîn bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêbû.
Li gorî rojeva hatibû tesbît kirin, di destpêkê de rapora xebatê hate xwendin. Li ser kar û barên di sê mehên dawî de hate axaftin.
Bernameya xebata ji bo mehên pêşde hate amade kirin.
Pêşniyarên komiteya jinan ji bo meclisa PAKê hate tesbitkirin.
Ji bo birêxistinkirin û aktifkirina potansiyela jinan ya PAKê hin tesbit hatin kirin û ji nû ve wezife hatin dabeşkirin.
Kongreya yekemin ya PAK ê di dawiya sala 2016 an de li dar bikeve. Armanca komisyona jinan ya PAK ê ew e ku di vê kongreya yekemîn de bi hejmareke bilind bikaribin di meclisa PAKê ya nû de cih bigrin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin