Jiyan Omer: Almanya dê pêwendiyê bi hêzên Kurdan re deyne
.
Endamê Parlamentoya Herêma Berlînê ya Almanya Jiyan Omer da zanîn ku Almanya dê pêwendiyê bi hêzên Kurdan re deyne.
Jiyan Omer bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser rojevê bersivandin.
Piştî ketîna desthilata Beasê gelek gotegor belav bûn ku dê Almanya koçber û penaberên Sûriyeyî vegerîne welatê wan.
Parlamenterê Kurd diyar kir ku ti planên Almanyayê yên dersînorkirina koçberên Sûriyeyî nîne û tiştê heyî propagandaya siyasî ye.
Jiyan Omer bi bîr anî ku ku hilbijartinên giştî yên Almanyayê nêzîk bûne û partiyên siyasî mijara koçberî û koçberan wekî kaxezeke siyasî bi kar tînin.
Wezîrên karên derve yên Almanya û Fransayê 3yê vê mehê çûbûn Şamê û li gel serokê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê civiyabûn.
Her du wezîran tekezî li ser parastina mafên gelê Kurd kiribû.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî bi rêya telefonê axivîbû.
“Almanya naxwaze midaxeleyî kar û barên Sûriyeyê bike”
Derbarê wê serdanê de Jiyan Omer ji Rûdawê re got:
“Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ji bo çûna Sûriyeyê ti amadehî nekiribû û tenê xwest ji berpirsên Sûriyeyê re bibêje ku Almanya amade ye alîkariyê pêşkêş bike.
Almanya naxwaze midaxeleyî kar û barên Sûriyeyê bike lê dibîne ku ji bo Sûriyeyê sîstema herî baş sîstema nenavendî ye.
Ji ber ku ne tenê Kurd, hemû pêkhate û parêzgehên Sûriyeyê wê sîstemê baş dibînin û naxwazin wekî berê ji Şamê birêvebirî bê kirin.
Almanya mafê gelê Kurd li Sûriyeyê wekî tiştekî sereke dibîne.
Heta ku li Sûriyeyê mafên gelê Kurd û pêkhateyên din neyên misogerkirin dê cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyeyê berdewam bikin.”
Jiyan Omerê ku endamê Partiya Keskan e daxuyand ku Almanya dê dema bê pêwendî û danûstandinan li gel hêzên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê deyne.
Jiyan Omer got, “Divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwazên xwe bikin yek” û ragihand ku Almanya dibêje ku divê miletê Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja xwe bide.
Parlamenterê Kurd anî zimên “Divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwazên xwe bikin yek da ku welatên din zanibin çi dixwazin.”
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin