Jiyan û Berhemên Nivîskarên Edebiya yê Cîhanê
.
Yusuf Kaynak
27 nivîskar di vê pirtûka dawiyê de çapbûyî bi navê “Jiyan û Berhemên Nivîskarên Edebiya yê Cîhanê” dan berhev kirin. Ev nivîskar hemû nivîskarên mezin in ku nirxê wêjeya Îngîlîzî zêde kirin. Xwendevanê ku ji van nivîskaran hez dike û dinirxîne divê teqez vê pirtûkê bikirin. Nivîskarên di pirtûkê de: Jack London, TS Eliot, Virginia Woolf, Stefan Zweig û William Shakespeare bi berfirehî bi we xwendevan re tê nasîn. Bi vê gotarê em ê William Shakespeare bi rengekî kurt pêşkêşî we kin.
William Shakespeare
“Tomorrow and tomorrow and tomorrow” “Sibê û sibê û dîsa sibê”
William Shakespeare di 1564an de li Stratfordê li Îngîlterê hatiye dine û di 1616an de jî li Îngîltere wefat kiriye. William Shakespeare şano nivîskarekî Îngîlîz e, helbestvan e û aktor jî û lîstîkvan jî bû.
William Shakespeare wekî nivîskarekî herî mezin yê Îngîlîzan e bi tenê ji ber kalîteyên berhemên xwe hilberandin, lê ji ber ku bandora xwe ya mezin ya ku li zimanê Îngîlîzî kiriye tê hilberandin, tê ku bi sedan peyvên, nîqaş û bêjeyên/ biwêjên hîn jî bi wî re têne kirine hene. Ew ji 154 Çarînên/ Sonetên û çend helbestên dirêj jî di nav de ne û hineke wekî lîstîke yekem şanonivîsên nûjen yên modern têne qebûl kirin. Berhemê wî yê şanoyî ji 38 berheman pêktêne, di nav sê cûreyan/genre de têne dabeş kirin: trajediyên, rêzefîlmên û parçe dîrokî û komedî û derbarê mijarên gerdûnî yên bêsînorê zeman yê ku heta vê roja îro, ji bo adapsiyonên şano, opera, muzîkal û fîlman têne bikar anîn.
Jiyana Shakespeare
Ji dayik bûna William Shakespeare her weha berê bi piraniyê Shakspere, Shakspear û Shakespeare dihat xwendinê, ji ber ku nîqaş hebû ku di heyama Elizabeth'yan de ne diyar e, di Stratford-on-Avon de li Warwickshirê di 24ê nîsana 1564an de hate dine. William Shakespeare kurê John Shakespeare bûye, ew bazirganekî serkeftî û encûmenê şaredariyê bûye û diya wî Marry Arden keça malbateke asîlzaeye. Shakespeare î li Henley Street/ Kolanê jiyaye. Ji dayikbûna wî jî baş nêzanîn, lê William di 26ê Avrêlê de vaftîzkirine. Ji bo di wê demê wekî tê zanîn ku zarokek piştî sê rojan ji dayikbûne vaftîz dikirin, Shakespeare dibe ku roja yekşemê 23ê nîsanê hatibe dine. Mala li Stratfordê de, wekî 'cîhê Shakepeare lêjidayikbûyê' tê naskirine, lêbelê ev rewşê nediyare yanê bi gumane ku mala wan e.
Piştî sê mehan jidayikbûnê a Shakespeare ku lêhati dine û lê dijî Stratfordê weba derdikeve, li wê di nav şeş mehan de ji dehan yekî ji gelê Stratfordê miriye. William Shakespeare jî dibe ku ji vê hilweşîneke/ kerasete rizgar bûye, ku dayika wî kurê xwe girtiye çûye mala bavê xwe yê li nêzîkî Wilmcomete.
Dapîrên William Shakespeare, Richard Shakespeare cotkarekî dewlemendî ji Snitterfieldê, cîhekî li ser şeş km2 nêzikî Stratford bû. Bavê wî William Shakespeare destpêçek çêkirekî dewlemend bûye û di jiyana xwe de gelek unvan/ tîtel bidestxistine, di nava wana de Chamberlain jî heye, encumêne, efser e (wekî hevdu yê şaredarê) û cara yekem jî keştiyênvan bûye. Ew paşê ji bo di bazara reşê ya herî ye de beşdar bûye yanê cîhe girtiye ji ber vê yekê ew weke encûmanekî lêgerîne ku bidarizînin.
Bavê Shakespeare, John Shakespeare bi Mary Arden re zewiciye. Mary Arden keça Robert Arden'ê, Robert Arden ew kesê ku bavê Shaespeare, Richard Shakespeare erd û axa wî bi kirê/îcar kiriye. Piştî lawê wî William, John û Mary bûne xwedîye pênc zarokan, sê kurên wan û du keç wan bûne. Li ser jiyana wan, hindik tê zanîn. Û dû re berhemên Shakespeare de, têkoşîna birayên pirr eşkere li dijî hevdu şîdetê pirr car cîhê girîng girtiye. Dibê vê yekê li ser jiyana Shakespeare a kesayetî têkilî hebe.
Rexne û pesnê edebî li ser Shakespeare Di jiyana xwe de statuyeke bilind bidestxistibû. Francis Meres yê Îngîlîz di 1598an de, Shakespeare wek mezintirîn nivîskarê Îngîlîz yê komedî û trajedînivîsar bi nav kir; John Weever jî ji Shakespearê ''ziman şekîrî'' bahs kiriye. Heval û hemdemê wî Ben Jonson, ku bi xwe jî şanonivîsarekî serfîrazê hineke bi rexnegirî lêdinêre. Ew î dibê ku Shakespeare ne weke nivîskarê komedî û trajedî yê herî mezin e, ku ta klasîkê li aso/zîrwê derbasbibe, lê dibê zanîna Shakespeare derbarê zimanê klasîk de ew qas baş nebû. Bi ser de jî gotiye pêwîst e Shakespeare di drama de ''sê şertê Aristoteles'': yekitiya demê, war/cîh û çalakî/karanîn bidomîne. Ben Jonson di drama de palyaço bikar tîne ne ji bo rehmê.
Piştre John Dryden jî kemasîye heyî li ser rêbazên klasîk de yê derbarê Shakespeare (Şeksbîr) de, di Essay xwe a 'The Dramatic Poesie' di 1668an de rexne kiriye. Li gorî wî dekor ne xemgînîye li cem wî, loma wî cehalet nivisîye. Dryden li alîyekî pesnê Shakespeare û 'fantazî' ye wî dike, li alîyê din ne jî safî bûne ji bêbaweriyê wî behsdike. Dryden gihîştibû wê qanate ku ji bo paqijkirina berhemên Şekspîre, ew bêne hilweşandin ji van kêmasiyan rizgarbikin ji nû ve binivîsin. Di dema Guherîna Restorasyona Îngîlîzî de gelek berhemên wî ji bo performansê nûkirine û çalakîyê bandorî karanîne. Dryden ji wî re rûmete digire û şexsê Shakespeare wekî dehayekî xwezayî û nexwendayî binav dike
Ev helwesta rexneyî di sedsala 18'an de jî dewam kiriye; Alexander Pope jî di 1725an de, destpêkir berhemê Shakespeare weşandin; û di heman demê de, lêbelê di 1765an de bi Samuel Johnsonê aynî kar berdewam kir. Pope jî pêwîst didît ku zimanê Shakespeare ji her xelatê bê paqij kirin û serrast kirin. Johnson jî beşdarî kir, ew wekî nivîskarekî gerdûnî yê pergala klasîk binavkir û wê her demê hebe.
Tenê di sedsala 19an de bû ku rexnegirên romantîk wekî helbestvanê romantîzmê yê Îngîlîz Samuel Taylor Coleridge dê Shakespeare ji bo hêjayi ya wî dadbar bike û wî wekî jenasekî afirîner pesnê wî jî dide. Li Almanya jî, Goethe ew î wekî dîdevanekî û bergekî mîstîk didîtiyê. Çend rexneyên xweş niha qala şiyana Shakespeare ya afirandina karakterên berbiçav, tevlihev kirine. Gava ku lîstikvanê navdar David Garrick li Stratford-upon-Avon Jubilee ya Shakespeare yî organîze kiriye, ku rojbûna William Shakespeare pîroz bike, Shakespeare bûye helbestvanê herî navdar û naskirî yê Îngîlîzan e.
Yek ji lêkolînerê herî bi bandor yê Shakespeare yê di sedsala 20an de A.C. Bradley bûye. Di ders û ceribandinê wî wek 'Trajediyê Shakespeare: Lekturên li ser Hamlet, Othello, King Lear û Macbeth'', wî giranî da ser karakterê kesayetiyên di trajediyê Shakespeare de. Wî bi taybetî têkiliyê di navbera çalakî û kesayetiyên lehengên di karesatên Shakespeare de girantir kirin. Bradley carinan jî wekî dîdevanekî dereng yê lêkolînerên Shakespeareyên yên sedsala 19an de, ku bi taybetî bi karakterê re eleqedar bûn, tê dîtin wekî nivîskarên romantîk Samuel Taylor Coleridge û August W. von Schlegel.
Lêkolînerên din yê sedsala 20an li her tiştê ku bi karsaziya şanoyê re têkildar e di dema Ronesansa Îngîlîzî de, mîna çêkirina fîzîkî ya şanoyê ye temaşevan û lîstikvaniya xwe lê mêze kirine. Mînakî, Alfred Harbage di 1941an de Guhdarên Shakespeareyê weşandiye û tê de tê gotin ku, temaşevanên mêvan jî ji mirovên ji paşmayî yên civakî yên pirr cûda pêk dihatine. Her yekî ji van a û nêrîn û perspektîvên xwe navborî ye, bi awayê xwe, ji aliyê lêkolînerên din ve bi giranî hatine rexne kirine.
Harley Granville Barker weke lêkolînerên berê bi karakterên/kesatiyên Shakespeare re eleqedar bû, belê di afirandina şanoyê de bêtir giranî da ser têkiliyên di navbera nivîskar û lîstikvanan de. Wî her wusa pir bal kişandiye ser nebûna rolên jinan di Shakespeare û pirsgirêkê pêwendîdar ji bo şanoger.
Di vê pirtûkê de ji perwerdeya Shakespeare bigre heta ola wî, ziman û teknîkê bikaranîn, ji trajediyê nivîsin Titus Andronus, Romeo û Juliet heta Julius Caesar û Hamlet heta Antony û Kleopatra girtin nav xwe; Komediyê ku William Shakespeare: 'Şaşîyê', 'Du Camêrên Verona', 'Bazirganê Venedîkê', 'Xewnek Nîvê Şeva Havînê' û her wek yê din; parçe dîroka Qralên Îngîlîz wekî ji Henry Ian bigre ta qral Henry VIII h.w.d. Romanê ku Shakespeare nivisîne 'Pericles Prensa Lastîka', 'Çîroka Zivistanê',
'Du Malbatê Aşînad û Havîn' h.w.d. Tevlî şanoyî Shakespeare helbestê lîrîk jî nivisîne, weke: 'Venus û Andonis', 'Gazînda Aşqê' h.w.d. Hune di nav jiyan û xebatê Shakespeare de çapkirinê 'Folio û Quarte' bibînin. Çapê wê çaxê li ser Kaxizê Folio çapdibûn. Di pirtûka 'Nivîskarê Edebiyata Cîhanê' de pir berfireh li ser bîoxrafiya nivîskaran sekiniye. Her kesek dikare ji nivîskarekî navdar hezkirî be.
Yusuf Kaynak, Lahey- 08/04/2022
Têbinî: Navnîşanê firotinê
Weşanên Kil
Güzelyurt Mah.920/1, Sok. No.: 32 Piyaleoğlu Çarşısı/Kemeraltı, Konak/İzmir
Tel.: 090 -507 319 72 85
Online : Pirtukakurdi.com
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin