Jiyana Yilmaz Guney dibe fîlm: Ismail Hacioglu rola Guney dileyize

Jiyana Yilmaz Guney dibe fîlm: Ismail Hacioglu rola Guney dileyize

.

A+A-

 Çêroka jiyana sînemagerê Kurd ê navdar Yilmaz Guney tê ser perdeya spî.

Amadekariyên fîlmê ku wê bi derhêneriya Yuksel Aksu çîroka jiyana leyztikvan, derhêner, senarîst û çêker Yilmaz Guney bîne ser perdeya spî destpê kirin.

Hate diyarkirin ku wê aktorê ku rola Yilmaz Guney bileyize, leyztikvanê tirk Îsmaîl Hacioglu be. Hilbijartina Hacioglu ya ji bo rola Yilmaz Guney bileyze, ji ber Hacioglu di hin fîlmên bêhna nijadperestiya Tirk jê tê de jî leyîztiye, bû sedema nîqaşên wek; "Ew ne ew kes e ku rola Yilmaz Guney bileyize." 

Her wiha gumana ku beşên jiyana Guney a ku Kurdbûna wî derdikeve pêş di fîlm de têr neyên nîşandan jî di van nîqaşan de derdikevin pêş. 

Senaryoya fîlmê ku wê bi derhêneriya Yuksel Aksu û ji aliyê organîzator û sînemager Ahmet San ve bê kêşan, ji pirtûka hevjîna Yilmaz Guney, Fatoş Guney a bi navê 'Camê bişkêne, bila çûk rizgar bibin' û çavkaniyên din ên di derbarê aktorê Kurd Yilmaz Guney hatiye honandin.

Tê pêşbînîkirin ku fîlm di destpêka 2025an de derkeve ser ekranên sînemayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin