Josep Borrell: “Talîban biserket û divê em bi wan re biaxifin”
.
Nûnerê Bilind yê Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell, piştî civîna video-konferansa wezîrên karên derve ya YA yê ji bo çapemeniyê agahiyan da û got:
“Talîban şer qezenc kir, biserket û divê em bi wan re biaxifin. Em ê dewam bikin û destekê bidin xelkê Afxanistanê. Ev nasînekî fermî nîne, tê vateya ku divê em bi wan re serî derên. Bo Talîban li pey mafê mirovan û biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY here, em ê hemû hêzên xwe bikarbînin.”
Borrell, di mijara dê di kîjan şert û mercan de bi Talîbanê re hevkarî bikin de weha got:
“Wê şertên hevkariya me, li ser çareseriyên fireh û aştiyane, li ser rêzgirtina li mafên jinan, ciwan û kêmneteweyan be.”
Borrell got ku di serî de divê hemwelatiyên YA yê û 20 sale ew kesên Afxanî ku bi wan re xebitîne, wan tehliye bikin û weha got:
“Eger bixwazin terka welatê xwe bikin, em nikarin wan îhmal bikin. Bo em wan bînin welatên endamên YA yê, em ê her tiştî bikin. Bo wan qebûl dike û bo wê amade ye, ji Îspanya re sipasiya xwe dikim. Jimara wan li dora 400 kesane û Awrûpa vîze daye wan. Dê li welatên Awrûpayê bên parvekirin.”
Borrell got ku li Afxanistanê ewlehî hebe dê rê li ber koçê bê girtin û di mijarê de, dê bi endamên welatên li ser rêya transît re biaxifin. Borrell weha ragihand:
“Ders hene ku em jê hîn bikin. Bi taybetî fikra şaş ya ku artêşa Afxanistanê li hemberê hêzên Talîbanê şer bikira. Di dewra pêşiya me de, divê em bêhtir bi Tirkiye, Pakistan, Îran, Çîn û Rûsya re bixebitin.”
Ji baregeha Borrell bi awayekî nivîskî ragihandinekî weha hat kirin:
“YA yê bang dike li temamê Afxanistanê şiddet yekser bê rawestandin, divê ewlehî û nîzama sîvîl bê bicîhkirin, jiyana sîvîlan, heysiyet û malên wan bên parastin. Divê demokrasî, serdestiya hûqûqê û li ser bingeha destûrekî, bi muzakereyan çareserî bê dîtin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin