‘Kabîneya nehem a Kurdistanê bi îdiayeke mezin yasaya çaksaziyê bicih kir’

‘Kabîneya nehem a Kurdistanê bi îdiayeke mezin yasaya çaksaziyê bicih kir’

.

A+A-

 Berpirsê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Bextiyar Kerîm li ser kar û xebatên kabîneya nehem a hikûmeta Kurdistanê dibêje: “Yek ji wan projeyên girîng ên hikûmeta herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de bi îdîayeke mezin ve bicihkirina yasaya çaksaziyê bû.”

Berdevkê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Bextiyar Kerîm ji BasNewsê re gotiye: “Di heyama du salên damezrandina kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ya di serpereştiya Mesrûr Barzanî de, li gel hemû astengiyên rastî Kurdistanê hatine jî, karîye heta asteke pir baş karên xwe bike.”

Kerîm da zanîn: “Yek ji wan projeyên girîng ên hikûmeta herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de bi îdîayeke mezin ve bicihkirina yasaya çaksaziyê bû. Ew yasa yek ji wan destkeftên hikûmeta herêma Kurdistanê ye di vê kabîneyê de, ku derket partî û aliyên siyasî bi gel ve pê serbilind bin. Ji ber ji aliyê yasaya çaksaziyê ve berjewendiyên gelek giring hatin cîhbicîh kirin û bi vê yasayê ve dahat vegeriyan. Dikare hîn çaksazî berfirehtir jî bibe.’’

Berdevkê Partiya Sosyalîst got: “Kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê di vexwandina wezîran bo parlamentoyê de, derbarê birîna budceyê ji aliyê Bexdayê û pirsgirêka aborî û siyasî ve hemû astengî li pêş vê kabîneyê bûn, lê li gel wê jî heta astekî serkeftî bû.”

Bextiyar Kerîm bibîr xist: “Ji bo kabîneya nehem serkeftîtir be, pêwîste zêdetir girîngî bide xizmetê û ji bo avahîsaziyê û warê ciwanan û çareser kirina pirsgirêkên siyasî de zêdetir hewl bide û ji bo du salên din ên pêş jî xwedî plan û bernameyên din be.”

Berpirsê Partiya Sosyalîst diyar kir: “Kabîneya nehem kabîneya hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye. Li gel astengiyên li pêş vê kabîneyê jî, hikûmetê pêngavên baş avêtine û dikare bi alîkariya hemû partî û aliyan ve ew projeyên kabîneya nehem bername jê re bê danîn û ewên ku nehatine temamkirin jî di wan du salên pêş de bên temam kirin.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin