Kalemêrê li ser pirê
Cilên wî di nav tozê de, dora berçavka li ber çavên wî ji metal, kalemêrek li kêleka rê rûniştibû. Li hember wî li ser çem bi dubayan avakirî, pirek hebû. Ji pirê erebe, qamyon, jin, mêr û zarok, hemî bi hev re dibihurîn. Li pêş erebeyan qantir hebûn; erebe bi kaşê nêzîkî pirê de bi dijwarî hildikişiyan; eskeran erebe dehf didan. Ji qamyonên ku bi kaş de hildikişiyan, gundiyên rincan dadiketin, heta bi gozikên xwe di nav tozê de bûn. Lê kalemêr bêî ku xwe bilivîne, wisa rûniştibû; pir westiyabû nema karibû gavekê jî biavêje.
Ji pirê bihurîn û li hêla din tevdîra dijmin sehkirin wazîfeya min bû. Min karê xwe kiribû û ez bi riya pirê vedigeriyam. Hejmara erebe û insanan li ser pirê baş kêm bûbû. Lê kalemêr hîn jî li cîhê xwe bû.
Min jê pirsî:
- Tu ji ku tê?
- Ji Carlosê, got û bişirî.
Kalo ji wir bû. Ji behskirin û bilêvkirina wî cîhî kêfxweş bûbû û bişirîbû.
Got:
- Ez li wir li heywanan miqate bûm.
Bêî ku ez ji mebesta wî zêde fam bikim, min got "erê."
- Belê. Ji bo li heywanan miqate bim ez li wir mam. Yê herî dawiyê terka qezaya San Carlos kir, ez im.
Zilam zêde ne dişibiya şivanan. Min li cilên wî yên reş, yên di nav tozê de mayî, li ruyê wî yê ji tozê gemarî û li berçavka wî ya dor bi metal nêrî û jê pirsî:
- Çi celeb heywan bûn?
"Her celeb hebûn" got û serê xwe hejand : "Lê diviyabû ez terka wan bikim."
Deşta Ebro dişibiya Afrîkayê. Min li hawirdor û li pirê nêrî; min da aqilê xwe ka dê kengî dijmin xuya bibuya. Jê re digotin bi dijmin re rû bi rû buyîn, bûyera bi raz, min hewl dida ku ez wan dengên pêşîn bibihîzim. Kalemêr bêî ku xwe tev bide li wir rûniştî bû.
Min ji nû ve pirsî:
- Çi celeb heywan bûn?
Got:
- Sê celeb heywan li ba hev bûn.
- Du bizin, pisîkek û çar cot kevok bûn.
Min pirsî:
- Diviyabû te terka wan bikira, ne wisa?
- Belê. Ji ruyê topan. Serheng ji min re got ji ber gulebarana topan diviya ez jî biçim.
Çend erebeyên dawiyê bi lez ji pirê dadiketin, min li wan nêrî û di wê navê re got:
- Ma malbata te nîne?
- Na. Bi tenê heywanên min hene. Pisîka min dê li çareya serê xwe binêre; lê ez nizanim ka dê çi bê serê yên din.
- Fikira te ya siyasî çi ye?
- Min fikireke siyasî nîne. Ez heftê û şeş salî me. Heta vir ez donzdeh kîlometreyan meşiyam. Wisa xuyaye ku ez nema karim bimeşim.
Min got:
- Ji bo rawestinê ev der ne baş e. Tu li erebeyên ku diçin Tortosayê siwar bibî baştir e.
- Ez ê bêhneke din jî bisekinim û paşê herim. Erebe bi ku de diçin?
- Diçin Barselonayê.
- Ez li wan deran kesî nas nakim. Lê cardin tu sax be. Her tu sax be!
Kalo bi awirên rincan û tewş li min nêrî. Paşê mîna ku bixwaze ji derdê xwe re şirîkek bibîne, weha got: "Min tu şik nîne, dê pisîk xwe xilas bike. Ne hewce ye der heqê wê de tiştekî bêjim. Lê yên din? Bi ya te dê çi bi wan bê?"
- Ez dibêjim qey tiştek bi wan jî nayê.
- Rastî?
Min li quntarê li hember dinêrî, erebe ji ber çavan winda bûbûn. Min got:
- Ma dê çi bibe?
- Ji ber topan ji min re gotin ji wir here, ma ew heywan dê li ber topan çi bikin?
Min pirsî:
- Ma te devê qefesa kevokan vekirî ne hişt?
- Belê.
- Wisa be karin bifirin.
Got:
- Erê wele, dê bifirin. Lê yên din? Ya baş ew e ku mirov li yên din nefikire.
Min got:
- Eger te bêhna xwe dabe, ez ê herim. Tu jî rabe ser xwe û hewl bide bimeşe.
Got:
- Tu sax be!
Rabû ser xwe lê paşê bi hêla rast û çepê de likumî û cardin li nav tozê rûnişt.
Di ber xwe de got: "Ez hew li heywanan miqate bûm." Mîna ku êdî min nebîne. "Ez hew li heywanan miqate bûm."
Tiştekî ku ji bo wî bihata kirin tune bû. Îro paskalya bû. Faşîst ber bi Ebro dihatin. Asîman bi ewrên gewr vegirtî bû. Balafirên wan di hewayeke wisa de ranedibûn. Hew di vê nuqteyê de siûda kalo hebû û pisîk karibûn çareya serê xwe binêrin.
Ernest Hemingway
Werger: Serdar Roşan
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin