Kamîran Haco: Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê wê bandoreke negatîv li proseya siyasî bike  

Kamîran Haco: Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê wê bandoreke negatîv li proseya siyasî bike  

.

A+A-

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco li ser hilbijartinên Serokatiya Sûriyê diyar kir ku hilbijartinên Serokatiya Sûriyê dê bandoreke negatîv li proseya siyasî bike.

Kamîran Haco bû mêvanê bultena nûçeyan a Kurdistan24ê û li ser hilbijartinên Serokatiya Sûriyê û diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de axivî.

Li ser pirsa "Gelo hilbijartinên Serokatiya Sûriyê bandoreke çawa li proseya siyasî kir?” Kamîran Haco diyar kir: “Bandoreke gelek negatîv li proseya siyasî ya Sûriyê dike, hinek hêvî hebû ku ev Komîteya Destûrê karibe tiştekî bike, deriyekî veke, lê mixabin ev tiştê ku bûye ji sedî sed li dijî wê proseya ku di wê biryarê de hatiye.”

Kamîran Haco dibêje: “Yek stratejiyek Beşar Esed heye, ew jî desthilatê bigre heta ku hawirdora wî siyasetê biguherînin. Li hêviya ku siyaseta Amerîkî yan jî ya Ewropî yan jî ya herêmî bê guhertin, ji wir û heta wê demê dê desthilatê bernede. Ji ber vê jî ev hilbijartin di vê yekê de hat, ev stratejiya wî ye, mixabin heta niha pê de dimeşe.”

Li ser rewşa diyaloga Kurdî-Kurdî diyar kir ku li gor agahdariyên wî dê di demeke nêz de diyalog berdewam bibe û destnîşan kir ku encam û berhemên diyalogê bêyî zehmetî bi dest nakevin, lê belê eger vîna aliyan hebe, dê bi ser bikeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin