Kampanyaya 'Antîtobakoyê' ya Rûdawê 40 hezar kes ji cixareyê rizgar kirin
.
Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi 4emîn Kampanyaya 'Antîtobakoyê' kir.
Beşa Tenduristiyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê her sal ji bo dûrxistina xelkê ya ji cixare û zererên wê Kampanyaya “Antîtobakoyê” li dar dixe. Xelata kampanyaya îsal otomobîlek e.
Rûdaw piştî sê salên serkeftî, îro dest bi Kampanyaya 4emîn a “Antîtobakoyê” ya bi formateke nû kir.
Klînîka ku dê di bin banê Nexweşxaneya Parê ya Taybet de were vekirin, dê bi tîmeke bijîşkên pispor û amûrên bijîşkî yên modern xizmetê bide.
Di çarçoveya projeyê de, beşdarên ku bi serkeftî dev ji cixareyê berdidin dê otomobîla modela Tigo 7 Pro ya kompanyaya Cherry Serapê bi 30 hezar dolarên Amerîkî ye wekî xelat bi dest bixin.
“Tiştê ku zererê dide mirov heram e”
Dr. Seîd Ehmed Pêncwênî di merasîma destpêkirina projeyê ya li Dihokê de axivî û tekez kir ku di Îslamê de her tiştê ku zererê li tenduristiya mirovan dike, heram e.
Pêncwênî anî ziman, tiştên bi zanist û ezmûnan derketiye ku zererê li tenduristiya mirovan dikin di Îslamê de heram tên qebûlkirin û cixare û nargîle jî di vê çarçoveyê de ne.
Pêncwênî diyar kir ku divê karmendên tenduristiyê her tim pêşengiyê bikin ji bo ku jiyaneke tenduristtir pêşkêşî mirovan bikin.
“Divê baca cixareyê were zêdekirin”
Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Xelîl diyar kir ku têkoşîna li dijî cixare, nargîle û cixareyên elektronîk ne karekî hêsan e û pêwîstî bi çavdêrî, rêzikname û qanûnan heye.
Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Xelîl diyar kir ku divê baca cixareyê zêdetir were zêdekirin û got:
“Hawirdekirina cixareyên elektronîk bi her awayî qedexe ye û hemû yên li bazarê tên dîtin qaçax in.”
Dr. Kawa Xelîl derbarê çavdêriya tendirustiya gel anî ziman:
“Divê bi ti awayî destûr neyê dayîn ku li cihên girtî cixare, nargîle û cixareyên elektronîk werin kişandin.”
Pisporê Nexweşiyên Bêhnkişandinê Dr. Rêbaz Hemze di merasîma Kampanyaya “Antîtobakoyê” diaxive
“Pişik xêreke mezin a Xwedê ye lê em têk dibin”
Pisporê Nexweşiyên Bêhnkişandinê û Endamê Komîteya Zanistî ya Kampanyaya “Antîtobakoyê” Dr. Rêbaz Hemze derbarê zererên cixare, nargîle û cixareyên elektronîk ên li ser laşê mirovan axivî.
Pisporê Nexweşiyên Bêhnkişandinê Dr. Rêbaz Hemze got:
“Bi kişandina cixare, nargîle û cixareyên elektronîk, organê ku em cara yekem zererê dibînê pişik e ku Xwedê wekî xêreke mezin daye me.”
Pisporê Nexweşiyên Bêhnkişandinê Dr. Rêbaz Hemze li ser beşdariya kampanyayê da zanîn:
“Li klînîkê piştî ku nexweş tê tomarkirin, em pê re dikevin têkiliyê û li klînîka me ya Antîtobakoyê tê muayenekirin.
Em ji nexweşên xwe re dibêjin ku temenê pişikên xwe û temenê xwe yê biyolojîk bidin ber hev.”
Pêvajoya serlêdanê û muayeneya li klînîkê
Di çarçoveya Kampanyaya “Antîtobakoyê” de beşdar berê qeydê dikin û muayeneya wan a ewil tê kirin.
Piştre dê pêvajoya şopandinê ya mehekê dest pê bike. Di meha sêyem û şeşem de dê careke din bên kontrolkirin.
Di vê pêvajoya 7 mehî de yên ku bi serkeftî dev ji cixareyê berdidin, dê di merasîma ku 1ê Kanûna Paşîn a 2026an were lidarxistin de ji bo xelatê bên nirxandin.
Armancên projeyê
Armanca Kampanyaya “Antîtobakoyê” ew e ku bi kêmkirina bikaranîna cixare, nargîle û cixareyên elektronîk di civakê de nifşekî tendurist were perwerdekirin.
Heta niha gelek kesên ku sûd ji vê projeyê wergirtiye, dev ji cixareyê berdaye û jiyaneke tenduristtir didomînin.
Serkeftinên kampanyayên berê
Di sala yekem a projeyê ya sala 2017an de 9 hezar û 450 kesan dev ji cixareyê berda û navên wan hatin tomarkirin.
Sala duyem ev hejmar gihîşt 13 hezar û 572 kesan û sala sêyem jî gihîşt 15 hezar kesan.
Di dawiya sê salan de beşdarên ku bi ser ketin hatin xelatkirin û 3 otomobîl hatin dayîn.
“Nêzîkî 40 hezar kesî bi saya vê kampanyayê dev ji cixareyê berdaye”
Berpirsê Sîstema Tenduristiyê ya Îraqê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Dr. Amîr Bîbanî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku kampanya di warê xwe de xwedî girîngiyeke mezin e.
Amîr Bîbanî diyar kir ku ew bi çavekî erênî li hewlên Tora Medyayî ya Rûdawê yên li dijî cixareyê dinêre.
Berpirsê Sîstema Tenduristiyê ya Îraqê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Dr. Amîr Bîbanî got:
“Pêngava Antîtobakoyê ji bo teşwîqkirina berdana cixareyê pêngaveke pir girîng e.
Nêzîkî 40 hezar kesî bi saya vê projeyê dev ji cixareyê berdaye û ev serkeftin cihê serbilindiyê ye.”
Proje bi armanca başkirina tenduristiya civakê û perwerdekirana nifşekî dûrî cixareyê, cudahiyê çêdike.
Pisporê tenduristiya jin û zarokan li ser metirsiyên cixare û nargîleyê hişyarî da
Pisporê Nexweşiyên Jinan Dr. Lana Hîkmet îro bû mêvana bernameya Nûrojê ya Rûdawê de bal kişand ser metirsiyên kişandina cixare, nargîle û cixareya elektronîk ên li ser jinan.
Dr. Lana Hîkmetê diyar kir ku ev cureyên tûtinê tenê bandorê li tenduristiya takekesî nakin her wiha bandorê li malbatê jî dikin û bi taybetî dibin sedema pirsgirêkên ducanîbûnê.
Lana Hîkmetê di axaftina xwe de got:
“Bikaranîna tûtinê û nîkotînê hevsengiya hormonên jinan tev li hev dike û bandoreke neyînî li ser ducanîbûna wan dike.
Ev rewş pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî ji jinan re çêdike û rasterast zererê dide malbatê.”
Dr. Lana Hîkmetê tekez kir ku divê jin û malbat di vî warî de agahdar bin û da zanîn:
“Dûxana cixareyê dikare bandorê li ser jin û zarokên wan ên di nav zikê wan de bike.”
Li cîhanê qedexekirina cixareya elektronîk
Li cîhanê di çarçoveya têkoşîna li dijî cixareya elektronîk de gavên girîng tên avêtin.
Li Belçîkayê hemû berhemên cixareya elektronîk hatine qedexekirin.
Li eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê firotina wan, li Arkansas û Georgiyayê jî firotina online hatiye qedexekirin.
Li Hawaii, Massachusetts û Nebraskayê jî destûra firotina tûtinê û cixareya elektronîk a online nayê dayîn.
Rîskên tenduristiyê
Li Amerîkayê lêkolîneke berfireh a li ser 175 hezar kesan diyar kir ku metirsiyên cidî yên tenduristiyê yên kişandina cixareya elektronîk hene.
Di rîska lawaziya dil de zêdebûna ji sedî 19, pirsgirêkên fonksiyonên zayendî, pirsgirêkên diran û pidiyan, daketina kalîteya spermê, pirsgirêkên bîrê û pîrbûna zû hatin tespîtkirin.
Madeyên xeternak
Pisporên tenduristiyê hişyariyê didin ku madeyên di nav cixareya elektronîk de wekî nîkotîn, benzen, akroleîn, aldehît û propîlen alkol dikarin bibin sedema penceşêr, nexweşiyên dil û damarên xwînê, nebûna zarokan û zererên organê.
Bikaranîna van madeyan a demeke dirêj dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê.
Rewşa li Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê gihiştina hêsan a cixare û cixareya elektronîk û kêmasiya mekanîzmayên kontrolê, kişandina tûtinê ya di nava ciwanan de zêde kiriye.
Di raporeke ku Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Dolemarî amade kiriye de hat dîtin ku li parkeke biçûk xortên di navbera 15-17 saliyê de cixareyê dikişînin.
Xortekî li ser destpêkirina cixareyê got, “Ez ji hevalê xwe hîn bûm.”
Di lêkolînê de derket holê ku piraniya wan xortan xwendekar in û beşek ji wan cixareya elektronîk dikişînin.
Xwendekarekî li ser mijarê anî ziman, “Li pola min ji 48 kesan nêzîkî 30 kesî cixare an jî cixareya elektronîk dikişînin.”
Sala 2023yan bi kampanyayeke Tora Medyayî ya Rûdawê firotina cixareya elektronîk hatibû qedexekirin.
Tevî vê qedexeyê jî hat tespîtkirin ku berhemên elektronîk bi dizî tên firotin û carinan eşkere li bazarê tên dîtin.
Ji bo beşdariyê, divê hûn navê xwe li formê tomar bikin an jî hûn dikarin telefonî van reqeman bikin: +9647513233353 û +9647713233353
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin