Karkerên Rojhilatî û Îranî koçî Herêma Kurdistanê dikin

Karkerên Rojhilatî û Îranî koçî Herêma Kurdistanê dikin

Karkerên Rojhilatî û Îranî ji ber krîza li wî welatî, ji bo peydakirina kar û pêkanîna debara xwe, berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

A+A-

Karkerên Rojhilatî û Îranî ji ber krîza li wî welatî, ji bo peydakirina kar û pêkanîna debara xwe, berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

 

Aboriya Îranê ji ber siza û dorpêçên Amerîkayê yên li ser wî welatî têk çûye û vê rewşê karîgeriyeke gelek xirab li ser jiyana welatiyan ava kiriye. Herwiha rêjeya bêkariyê jî li wî welatî gelek bilind bûye.

  

Karkerê bi navê Rustem ku bi armanca kar hatiye Herêma Kurdistanê ji wê ajansê re radigihîne, “Li Îranê bi pereyê xebata rojekê tenê mirîşkek tê kirrîn. Weke hûn jî dizanin pereyê heqê mirîşkekê jî têrî pêdiviyên rojane yên malbatekî nake.”

 

Ew karkerê ku temenê wî 31 sal e û ji ber tirsa rejîma Îranê nexwestiye navê wî bi temamî bê nivîsandin, zewicî ye û xwediyê 2 zarokan e.

 

 

Li Îranê rewş krîtîk e, her daxuyaniyeke neyînî ya Washingtonê bazara Îranê serobin dike. Ji ber sizayên Amerîkayê seqamnegiriyeke aborî ya mezin li wî welatî  peyda bûye.

 

Rustem dibêje, “Aboriya Îranê ketiye rewşeke wisa ku miorv nikare pêşbîniyan bike. Îro tu radikevî û roja din şiyar dibî ku bihayê her tiştî du caran zêdetir bûye.”

 

Bi destpêkirina sizayên Amerîkayê  bo ser Îranê, rêjeya hinardekirina petrol wî welatî jî daketiye bo 1 milyon bermilî. Ev jî tê wê wateyê ku dahata petrolê ya Îranê ya salane ji 60 milyar dolaran dadikeve bo 27 milyar dolaran.

 

Karkerên ku bi vîzeya geştyariyê tên Kurdistanê,piştî ku 28 rojan kar kirin, vedigerin bo welatê xwe û di vegerê de wan berhemên ku li Îranê biha ne, li gel xwe dibin û diçin malên xwe.

 

Lêkolîner û nivîskar Adil Bakhawan, di axaftina xwe ya bo wê ajansê de dibêje ew dikarin hatina karkerên rojhilatî û Îranî bo Herêma Kurdistanê ji du aliyan ve bigirin dest û wiha pê de diçe: “Li aliyekî valahiyeke li vê derê tijî dikin û li aliyê din debara xwe pêk tînin. Ew karê ku ew dikin di çavê Kurdên Iraqê de weke biçûkketinekê jî be ew him dixebitin û him xerc dikin.”

 

Veberderê Kurd Xurşîd Şeqlaweyî diyar dike ku wî avahiyekî li herêma pîşesaziyê temîr kiriye û ji bo ku karker lê bimînin weke motelekê dirûst kiriye.

 

Xurşîd Şeqlaweyî ku temenê wî 58 sal in, bibîr dixe ku par 58 karker li motela wî diman û dibêje niha ev hejmar bûye 180 û diyar dike ku ew ji ber nebûna cih, ji neçarî hinek mêvanan paş ve vedigerînin.

 

Şeqlaweyî radigihîne: “Odeyên motelê 9 metre ne û herî zêde 4 kes dikarin lê bimînin. Ji bo mayînê û bikaranîna elektîrîk, av û înternetê her karker 3 dolaran dide.”

 

Di nav wan karkerên ku tên Herêma Kurdistanê de kesên ku zaningeha xwendine jî hene.

 

Suleyman Taha yê 28 salî ku li zaningehê bîrkarî xilas kiriye, dibêje, ew ji meha Sibatê ve li Herêma Kurdistanê kar dike. Taha diyar dike li Îranê rewş gelek xirab e û xelk ketiye derdê dîtina ‘pariyekî nanî’.

 

Taha gotinên xwe dewam dike: “Beriya destpêkirina sizayan hefteyê herî kêm 3 caran me goşt dixwar lêbelê ew pereyê ku miorv heftiyekê qezenc dike têrî carekê xwaian goşt nake. Ev koçberiyek e ji bo debara malbatên xwe yên ku me li Îranê hiştine.”

 

Ciwanekî 24 salî yê ku bo kar hatiye Kurdistanê dibêje, aboriya Îranê dê xerabtir bibe.

 

Derbarê hejmara karkerên ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine Herêma Kurdistanê, daneyeke fermî ji aliyê hikûmetê an jî dezgehên peywendîdar ve nehatiye belavkirin.

 

Berpirsên Iraqî jî dibêjin ew karkerên ku ji Îranê tên di rewşa niha de nebûne sedema avabûna pisgirêkekê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin