Karwanekî serbazî ya Hevpeymanîyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû
.
A+A-
Karwanekî serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê şeva borî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Karwanê serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku ji 45 barhilgir û otombîlên leşkerî pêk dihat duh bi şev alîkariyên serbazî û lojîstîk ji bo binkeyên hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê veguhastin.
Karwanê hêzên Hevpeymniya Navdewletî di deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê re derbasî nav xaka Rojavayê Kurdistanê bûye.
Ji destpêka sala 2021ê ve, ev 14 emîn karwanê alîkariyên serbazî û lojîstîkî ye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî digihînin hêzên Amerîkayê li bakurê û rojhilatê Sûriyê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin