
Kati Piri: Bila proseya entegrasyona Tirkiye ligel YE raweste
Di hesaba xwe ya twitterê de, Parlementera Yekîtiya Ewrûpa (YE), Raportora Tirkiye û Rojhilatê Ewrûpa Kati Piri xwest pêwendiyên entegrasyona Tirkiye bo Yekîtiya Ewrûpa raweste.
A+A-
Piri di twita xwe de dinivîse: “Proseya danûstandinê ligel Tirkiye ji bo entegrasyona Tirkiyê bo Yekîtiya Ewrûpa hemû bingeh û binemayên xwe yên baweriyê jidest daye. Di demek wiha de, berdewamiya danûstandinê bê sûd e”.
Herwiha îro rapora Kati Piri dê ji bo Yekîtiya Ewrûpa bê pêşkeş kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin