Kawe Elî: Helebce ji ber sedemên siyasî nabe parêzgeh

Kawe Elî: Helebce ji ber sedemên siyasî nabe parêzgeh

.

A+A-

Alîkarê Parêzgarê Helebceyê Kawe Elî diyar kir ku Helebce ji ber sedemên siyasî nabe parêzgeh.

Kawe Elî eşkere kir ku nedibû Bexdayê di pêvajoya serjimêriyê de Helebce wekî “navçe” qebûl bikira.

Li gorî gotina Kawe Elî bidawînebûna pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê jî siyasî ye.

Di serjimêriya giştî de Helebce wekî navçeyeke parêzgeha Silêmaniyê hatiye hesabkirin.

Kawe Elî li ser vê babetê û pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Kawe Elî divabû di serjimêriyê de Helebce wekî parêzgah an jî wekî bazneyeke serbixwe bihata hesabkirin.

“Wezareta Plandanîna ya Îraqê li dijî pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê ye”

Elî behsa polîtîkayên Wezareta Plandanînê ya Îraqê yên li hemberî parêzgehbûna Helebceyê kir û got:

“Wezareta Plandanîna ya Îraqê û Desteya Amaran a Îraqê ji destpêkê ve li dijî pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê bûn.

Wan wisa kiribû ku heta serjimêrî neyê kirin pêvajo bi pêş ve neçe.

Niha li Helebceyê çend birêveberiyên federal, pûsûlayên xwarinê, plakayên otomobîlan û çend tiştên din ên taybet bi xwe hene.

Ji ber ku Parlamentoya Îraqê pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê pesend nekiriye Desteya Amaran a Îraqê jî wê dike hincet.

Me serî li Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, Wezareta Plandanînê ya Îraqê û Ofîsa Parlamentoya Îraqê ya Helebceyê da.

Me diyar kir ku Parêzgariya Helebceyê plakeya xwe ya taybet heye û  me xwest di serjimêriyê de Helebce serbixwe were hejmartin.”

Li gorî gotina Kawe Elî, ji ber xemsariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Plandanînê ya Îraqê Helebce di serjimariyê de wekî parêzgeh nehatiye hesabkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 24ê Kanûna Paşîn 2014an biryara parêzgehbûna Helebceyê pesend kiribû.

Yasaya parêzgehbûna Helebceyê ji ofîsa serokwezîriya Îraqê re hatibû şandin.

Heta niha Parlamentoya Îraqê 2 caran yasaya parêzgehbûna Helebceyê gotûbêj kiriye lê biryara dawî nedaye û pesend nekiriye.

Li gorî amarên sala 2020î yên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê hejmara şêniyên Helebceyê 115 hezar û 454 kes e.

Tê texmînkirin ku sala 2025an hejmara şêniyên Helebceyê bibe 125 hezar 974 kes.

4 nahiyeyên parêzgeha Helebceyê hene û navên wan jî wisa ne: Xurmal, Biyare, Bemo û Sîrwan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin