Kazimî bo Şingaliyan: Em dê hemû hêzên nefermî ji Şingalê derxin

Kazimî bo Şingaliyan: Em dê hemû hêzên nefermî ji Şingalê derxin

.

A+A-

 Endamê şanda Şingalê ku serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir derbarê pirsgirêkên Şingalê de diyar kir Kazimî soz daye ku di demeke kurt de tevahiya hêzên çekdar yên li Şingalê û derdora wê derbixin û tenê Polîsên Federal û Asayîşa Nîştimanî li wir bimînin û diyar kir ku di demeke kurt de avakirina Şingalê û derdera wê dest pê dike û sindoqa ji nû ve avakirina Şingalê jî di qonaxa xwe ya dawî de ye.

Roja Duşemê 9ê Gulana 2022an şandeke ji kesayet û xelkên Şingalê li Bexdayê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, li ser bûyerên vê dawiyê, vegera Şingaliyan û ji nû ve avakirina Şingalê guftûgo kirin.

Hisên Nasir Reşo endamê şanda ku li ser navê kesayetî û xelkê Şingalê serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Serdaneke berhemdar bû û me hin daxwaz ji Mistefa Kazimî kir, ji wan vekişîna hemû hêzên çekdar ên ne fermî, bi lez destnîşankirina berpirsên yekîneyên îdarî, nehîştina dîtina du berpirsan ji bo yekeyên îdarî û ofîsan, yekgirtina hemû hêzên Êzidî di çarçoveya polîsên federal a Iraqê de li gel daxwaza ji nû ve avakirina Şingalê û vekirina dosyaya lêpirsînê li ser bûyerên dawî."

Ji ber şer û aloziyên vê dawiyê yên di navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Artêşa Iraqê de, bi hezaran kesên ji xelkê navçeyê careke din ji Şingalê koçber bûn.

Hisên Nasir Reşo li ser bersiva Kazimî ji bo daxwazên wan got, “Mistefa Kazimî got ku ew dê hemû hewlan bide da ku Şingal aram bibe. Her wiha got ku hemû hêzên ne fermî bêyî diyarkirina demekê ji Şingalê werin derxistin, her wiha soz da ku di zûtirîn dem de serdana Şingalê bike û sindoqa jinûve avakirina Şingalê dest bi xebatê bike, her wiha soz da ku ew dê bêhtir giringiyê bidin Şingalê û bûyerên vê dawiyê lêkolîn bikin û her wiha teqezî li ser vegera penaberan jî kir.”

رئيس مجلس الوزراء @MAKadhimi يستقبل وفداً من أهالي قضاء سنجار في محافظة نينوى، ضم عدداً من وجهاء القضاء وشيوخ العشائر فيه، وحضر اللقاء السادة: مستشار الأمن القومي، ورئيس أركان الجيش، ورئيس جهاز الأمن الوطني، ونائب قائد العمليات المشتركة. pic.twitter.com/GICLVnBjZ5

— المكتب الإعلامي لرئيس الوزراء
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin