Keça Kurd li Almanyayê ‘Xelata Zanyara Ciwan a Salê’ wergirt
.
A+A-
Xwendekara Kurd Esra Al a ji bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ku li Almanyayê dijî, ‘Xelata Zanyarê/a Ciwan a Salê’ ya Komeleya Psîkofîzyolojiyê wergirt.
Keça Kurd Esra Al ji Beşa Genetîk û Biyolojiya Molekûler a Zanîngeha Bilkentê bi yekemînî der çûye.
Xwendekara Kurd ku niha li Enstîtuya Max Planck a Zanista Mêjî û Mirovên Kongnîtîf xebatên xwe berdewam dike û ji bo doktoraya beşa norolojî li Dibistana Mêjî û Zihnê ya Berlînê namzed e.
Esra Al ligel hempîşeyên xwe du mekanîzma diyar kirin ku qelbê mirov çawa bandorê li ser mêjî û têgihiştinê dike.
Hat zanîn ku Esra Al li ser vê xebata xwe Xelata Zanyara Ciwan a 2020an li Almanyayê wergirt ku ew xelat her sal ji aliyê Komeleya Psîkofîzyolojiyê ya Alman ve tê dayîn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin