Keçeke Kurd dibe endama Parlamentoya Îslendê
.
Lenya Rûn Taha Kerîm 22 salî ye û ciwantirîn endama Parlamentoya Îslenda ye.
Keçeke kurd ya 22 salî weke yekem jina kurd bû endama Parlamentoya Îzlandayê û roja 27/12/2021ê sûnda yasayî xwar.
Lenya Rûn Taha Kerîm a 22 salî rêza sêyemîn di lîsteya Partiya Pirate ya herêma bakurê Reykjavika Paytxet de cih girtibû.
Lenya Rûn Taha Kerîm ji dê û bavekî kurd e û li bajarokê Kopavogur a Îzlandayê ji dayik bûye û niha wek ciwantirîn endama Parlamentoya wî welatî ye.
Lenya ji K24ê re got: “Li Parlamentoyê ez ê ronahiyê bixim ser sîstema dadweriyê û dixwazim guhartinan di wê yasayên girêdayî bi pirsa destdirêjahiya seksî de bikim, ji bo ku qurbaniyên destdirêjahiyê seksî hest bi selmetiyê bikin.”
Diya Lenya di 1996an de û bavê wê di 1993an de çûbûn Îzlandayê. Malbat Lenyayê di sala 2013 vegeriyabû Herêma Kurdistanê, lê piştî 3 salan careke din çû Îslendzyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin