
Kela Dimdimê: Şaneşîn Performans çîrokeke berxwedanê tîne ser dikê
.
Koma şanoyê Şaneşîn Performansê bi navê "Ji Kela Dimdimê" lîstikeke nû derxist.
Derhêneriya derhema “Ji Kela Dimdimê” Recep Îçen kiriye û bingeha xwe ji romana Erebê Şemo û manzûmeya Feqîyê Teyran werdigire.
Berhem, mijarên evîn û berxwedanê bi kûrahî dihundirîne û bi taybetî li ser çîroka lehengên jin ên bihêz disekine.
Li gorî gotina Şaneşîn Performansê lîstik, bi çîroka du ciwanên evîndar ên bi navê Dîlber û Şebab dest pê dike lê evîna wan ji evîneke takekesî zêdetir berxwedana civakî û çandî tîne ser dikê.
Şaneşî Performansê di nivîsa danasîna lîstikê de ragihandiye, “Ev berhem ne tenê çîrokeke evîniyê ye, berhem her wiha temayên lêgerîna nasnameyê, têkoşîna azadiyê û hêza jinan jî bi kûrahî vedibêje.
"Ji Kela Dimdimê" bîra civakî, nasnameya çandî û berxwedanê li ser dikê ji nû ve şêwe dike.
Şaneşîn Performans bi vê berhemê temaşevanên xwe ne tenê vedixwîne ku şopa demên berê keşif bikin, di heman demê de wan dawet dike ku li ser nirxên gerdûnî yên îro û paşerojê bifikirin.”
Lîstik premiera xwe dê di Nîsanê 2025)an de pêk bîne û paşê dê derkeve ser dikê.
Şanoname û derhêner: Recep Îçen
Dramaturg: Umît Aktaş
Koreograf: Serhat Kural
Muzîk: Wedat Yildirim
Dekor: Mahmut Wenda Koyuncu
Afîş: Mehmet Latîf Saglam, Şoreş Demîrcan
Cil û Berg: Sunbul Shojai
Alîkarê Derhêner: Şêrko Janzêm
Teknîk: Bekîr ArslanhanLîstikvan: Erdal Açil, Emîne Keske Salman, Fatê Saruhan, Mahmut Ozarslan, Newal Hewlîn Oztap, Rozerîn Yildiz, Şêrko Janzêm, Tugba Erkek
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin